Piştî têkoşîneke 22 mehan bi ser ket 2020-06-14 09:01:42   STENBOL - Turkan Albayrak ku piştî têkoşîneke 22 mehan vegeriya ser karê xwe got: "Li kuçeyan serketina li dijî faşîzmê mirovan kêfxweş dike."    Turkan Albayrak, dema li Midûriyeta Tenduristiyê ya Sariyerê dişixulî di 5'ê Tebaxa 2018'an de bi hinceta "ewlehiyê û lêkolînkirina arşîvê" ji kar hat derxistin. Li ser vê Albayrak di 3'yê Îlonê de li ber Qeymeqaamtiya Sariyerê dest bi çalakiyê kir. Albayrak piştî têkoşîneke 22 mehan bi ser ket û di 6'ê Hezîranê de vegeriya ser karê xwe.    Albayrak, anî ziman ku di meha Îlonê de dest bi çalakiya xwe kiribû û heya Nîsanê dewam kiribû. Albayrak, diyar kir ku di nava hefteyê de her roj li ber qeymeqamtiyê çalakiya rûniştinê li dar dixist û dema çalakî li dar dixist dihat binçavkirin. Albayrak, bilêv kir ku piştî hevjînê wê nexweş ketiye mecbûrî heftê rojekê çalakiya xwe li dar xistiye û got: "22 mehên min bi binçavkirin, îşkence û nexweşînan re derbas bû."    Albayrak, destnîşan kir ku di wê pêvajoyê de di warê aborî de pir zehmetî kişandiye û got: "Tu ji kar hatiyî derxistin û wekî din tu dahateke te tuneye. Hevjînê min nexweş e, tenê me bi meaşê wî yê teqawidbûyînê debara xwe dikir. Di vê serdemê de mirov xizaniyê hîs dike lê tu vê jî bi piştevaniyê held ikî."    Albayrak, anî ziman ku her cara çalakiya xwe li dar dixist dihat binçavkirin û welatiyên li derdorê jî tenê ji dûra lê mêze dikirin û got: "Liberxwedayîna min li xweşa welatiyan diçû. Çimkî min tiştekî ku her kesî nedikir lê dixwestin bikin dikir. Hevalên min ên kar rojên ewil li parkê rûdiniştin lê dû re berî ez bêm polîsan park vala kir. Di hin mudaxileyan de welatiyên li derdorê li ber binçavkirina min radibûn lê belê polîsan bi binçavkirinê gef li wan jî dixwarin."    BÛ CIHÊ HÊVIYÊ   Albayrak, anî ziman ku piştî ji kar hatiye derxistin serî li dadgehê daye, lê belê dadgehê daxwaza wê ya ji bo betalkirina biryara hatibû girtin erd kiriye. Albayrak, diyar kir ku paşê serî li dadgeha îdareyê daye, lê li vira jî daxwaza wê hatiye erdkirin û piştî vê serî li îstinafê daye. Albayrak got: "Em ne li benda vê biryarê bûn. Dadgehê hem betal kir hem jî biryar da ku mafên min ên ji dest min hatine girtin bên dayîn. A rast ev biryara ne biryareke ku niha hatiye girtin. Berxwedan kir ku biryareke wiha bê dayîn."    Albayrak got: "Niha kêfxweliyeke ji ber berxwedanê heye. Li kuçeyan serketina li dijî faşîzmê mirovan kêfxweş dike."   Albayrak, destnîşan kir ku mirovên ku dîtin vegeriyaye ser karê xwe kêfxweş bûne û got: "A rast sedema kêfxweşbûna wan ne vegera min a ser kar e. Ji bo wan bûm hêvî, loma kêfxweş bûne. A rast bi serketina min re dîtin ku gava mafên wan ji dest wan bê girtin wê çi bikin."