Karkerên tersxanê: Ya ji birçiya ya jî ji koronayê em ê bimirin 2020-06-15 09:06:00 STENBOL - Karkerên tersxaneyê diyar kirin ku hema bêje her roj li herêma tersxaneya Tûzlayê qezayên kar diqewimin û wiha gotin: "Ya em ê li malê rûnên ji birçiya bimirin an jî em ê biçin kar ji şewbê bimirin."  Li Tirkiyê beşem mezin a çêkirin û tamîrkirina keştiyan li tersxaneyên Tûzlaya Stenbolê û Yalaovayê tên çêkirin. Li Tûzlayê 83 tersxaneyên biçûk û mezin faliyetê dikin. Nêzî 500 hezar kesî di van fîrmayên tersxaneyê de dixebitin. Beşek mezin a van karkeran bi taşeronî dixebitin. Karker di van fîrmayan de bi zor û zehmetiyên mezin dixebitin. Karkerên li tersxaneyan dixebitin qala şertên karê xwe kirin.    Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Lîmter Îşê Hakki Demîral ê 35 sal in karkeriya tersxaneyê dike diyar kir ku di sala 2008'an de 121 karker jiyana xwe ji dest dane û di sala 2008'an de ji ber têkoşîn û berxwedana karkeran kêm be jî ewlehî û tenduristiya kar a karkerên tersxaneyê hate mîsogerkirin.    ‘JI BER MALIYETÊ TEVDÎRAN NAGIRIN'    Demîral anî ziman ku hêj cînayetên kar diqewimin û got: "Sedema bingehîn a cînayeta kar jî ew e ku pergala taşeroniyê pir belav e û mîsogeriya ewlehiya kar nagirin. Patronên tersaneyan dibêjin 'maliyet biha ye' û ewlehiya kar nagirtin. Qezayên li tersxaneyan ji sedî 90 ji ber bêtevdîran pêk tê. Heke hemû tevdîr û ewlehî werin girtin dê cînayet ango qeza pêk neyên."    170 KARKER BI KORONAYÊ KETINE    Demîral da zanîn ku xwediyên kar ên li tersxaneyê neçar in ji bo ewlehî û tenduristiya karkeran tevdîrên giran bigirin û xwediyên kar di bin navê daxistina maliyetê de gelek tevdîran pişt guh dikin. Demîral anî ziman ku karker di vê pêvajoya pandemînê de rojên zehmet derbas dikin û nêzî 170 karkerên tersxaneyê bi koronayê ketine. Demîral destnîşan kir ku ji bo tevdîrên koronayê li tersxaneyê tiştek nayê kirin û maske û dezenfektan li karkeran nayê belavkirin.    PIŞTA KARKERAN DIÊŞE   Karkerê bi navê Bariş Bûlat ê 2 sal in li tersxaneyê dixebite diyar kir ku şertên karê wan gelek giran in û ji ber giraniya kar gelek karker pişta wan ketiye ber wan. Bûlat got ne di rewşa asayî de ne jî di vê pêvajoya koronayê de karker nehatin parastin û hemû ewlehiya canê wan hatiye piştguhkirin. Bûlat anî ziman ku ne mimkin e mesafeya fizikî ya li dijî koronayê pêk were û li cihê ew dixebite 500 karker dixebitin. Bûlat got li cihê wan hema bêje her roj qezayên kar ên biçûk diqewimin.    'YA BIRÇÎBÛ YA JÎ WÊ KORONA ME BIKUJE'    Karkerê bi navê Abdullah Kaya yê 6 sal in li tersxaneyê karê tamîra borûyan dike û ji Agirî ye jî da zanîn ku ji ber karê înşatan rawestiyaye ew neçar maye ku li tersaneyê bixebite. Kaya diyar kir ku ew di pêvajoya koronayê de jî xebitîne û xwediyên kar ên li tersaneyê destûrên taybet wergirtine û rojên yekşeman jî karkeran didan xebitandin. Kaya destnîşan kir ku piştî pêvajoya asayîbûnê dest pê kir karê wan gelek giran bûye û ew gelek diwestin. Kaya da zanîn ku ji ber gelek kar heye gelek caran qeza pek tên û got: "Gelek neheqî li me tê kirin. Yekîtiya karkeran jî nîne û neheqî jî zêde dibin. Di pêvajoya koronayê de gelek dever hatin girtin. Lê cihê karê me nehat girtin. Vîrûs tenê ji bo karkeran nemetirsî ye gelo Ya em ê li malê rûnên ji birçiya bimirin an jî em ê biçin kar ji şewbê bimirin. Wek din tu şans nedan me."    MA / Erdogan Alayûmat – Nacî Kaya