Li Amedê 150 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine 2020-06-15 09:07:27 AMED - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok diyar kir ku li Amedê hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi koronayê ketine ji 100 kesî derketiye 150 kesî.  Li Amedê bi asayîbûna pêvajoya vîrûsa koronayê re haletên koronayê zêde bûn. Rîska li ser xebtkarên tenduristiyê jî zêde dibe. Li Amedê bi asayîbûnê re hejmara xebatkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine jî zêde dibe. Li gorî Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê hejmara xebtkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine ji 100 kesî derketiye 150 kesî.    DERÛNIYA XEBATKARAN XERA BÛYE    Hevseroka SES'ê ya Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak derbarê rewşa xebatkaran de xivî û da zanîn ku zêdebûna hejmara xebatkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine ji ber asayîbûnê ye ku hikumetê ji ber sedemên aborî daye destpêkirinê ye. Orak got ev sê meh in xebatkarên tenduristiyê di bin rewşek derûnî de dixebitin û tevî hemû metirsiyan jî xebitî ne.    'SOZÊN JI BO XEBATKARAN BICIH NEANÎN'    Orak anî ziman ku koronayê bandorek neyînî li ser xebatkarên tenduristiyê kiriye û got: "Rewşa xebatkarên enduristiyê nebaş e. Di pêvajoyek ku wan diwestîne de derbas dibin. Lê di nava van 3 mehan de sozên hatibûn dayîn yek pêk nehatin. Her roj hejmara testa pozitîf a xebatkarên tenduristiyê zêde dibin. Hin xebatkar jiyana xwe ji dest didin. Xebatkarên tenduristiyê yên li malê û nexweşxaneyan hatine îzolekirin hene. Niha li Amedê hejmara haletên koronayê yên xebatkarên tenduristiyê derketiye 150 kesî. Tevî ku ewqas kedkar dixebitin jî heqê xwe nagirin. Li şûna çepikan divê îqtîdar gavên şênber biavêje. Niha li sê nexweşxaneyên pandemî yên Amedê tije bûne û sedem jî ew e ku pêvajoya asayîbûnê dest pê kir."    MA / Fethî Balaman