Mafê kedkarên tenduristiyê tê xwarin 2020-06-16 09:01:26 ANTALYA - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Antalya Şukran Îçoz diyar kir ku piştî hikûmetê biryara pêvajoya 'Asayî' da destpêkirin şewb gelek zêde bû û wiha got: "Kedkarên tenduristiyê kedek gelek zêde didin. Lê nikarin heqê keda xwe bistînin.  Hevseroka Şaxa SES'ê ya Antalya Şukran Îçoz,  têkildarî rewşa şewba vîrûsê, polîtîkayên kimetê û rewşa kedkarên tenduristiyê axivî. Îçoz, anî ziman piştî hikûmetê biryara pêvajoya 'Asayî' da destpêkirin şewb gelek zêde bû û wiha got: "Piştî qedexe rabûn şewb zêde bûn. Kedkarên tenduristiyê kedek gelek zêde didin. Lê nikarin heqê keda xwe bistînin. Hem li Antalya û hem jî li bajraên din şewb zêde bûye. Piştî hikûmetê pêvajoya asayîbûnê da destpêkirin şewb zêde bû. Bajarê me bajarekî turîzmê ye. Ji ber qedexe û hin astengî hatin rakirin çûn û hatin zêde bû. Vê yekê rîsta nexweşî zêde bibe jî zêde kir. Pirsgirêk dê bêtir kûr bibin. Ji bo rê li pêş şewbê belav kirin divê divê hikûmet dîsa biryarê berê bide Piştî sezona turîzmê vebû şewb jî gelek zêde bû.    NEHEQIYA LI KEDKARÊN TENDURISTIYÊ TÊ KIRIN DIDOME   Îçoz, da zanîn ku hêj heqê hemû keda wan nehatiye dayîn û wiha bi dawî kir "Hêj kedkarên tenduristiyê yên di dema şewbê de zêde kar kirin û derneketin destûrê hemû heqê xwe nestendine. Me malzemeyê parastinê xwestibû, lê hêj kêmasî hene. Kedkarên tenduristiyê di bin zextên derûnî de kar dikin. Kedkarên tenduristiyê di vê pêvajoyê de kedek gelek zêde didin. Lê heqê keda xe nastînin. Bi salan e em heqê keda xwe dixwazin. Heta ku em keda xwe bistînin jî em ê daxwazên xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin."