'Em ê destûr nedin ku kes siberoja me bidize’ 2020-06-16 14:28:09 ÎZMÎR / MERSÎN– Nûnerê Herêma Egeyê yê DÎSK’ê Memîş Sari, di çalakiya ber salvegera 15-16’ê hezîranê axivî û ev tişt got: “Tazmînata kidemê siberoja me ye.”   Li Îzmîrê sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), bi munasebeta 50’emîn salvegera Berxwedana Karkeran a 15-16’ê Hezîranê daxuyaniyek da. Daxuyanî, li navçeya Konakê li pêşiya Sumerbankê hat dayîn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede tazminata qidemê, qidema ampûlê têra girtina qidema me nake” hat vekirin.   Nûnerê Herêma Egeyê yê DÎSK’ê Memîş Sari, daxuyanî da û diyar kir ku dîroka DÎSK’ê dîroka çîna karker a Tirkiyeyê ye û wiha got: “Kesên ku nikaribûn DÎSK’ê li kargehan û bi zextan asteng bikin, ji bo ku DÎSK’ê bi lîstikan tune bikin, ketibûn nav tevgerê. Li gel hemû astengiyan jî DÎSK’ê rêya xwe meşand. Em ê rê nedin ku kes siberoja me bidize. Grev pêwîst bike grev, berxwedan pêwîst bike berxwedan. Heke ev şaşiya tazminata qidemê bê berdewamkirin, wê kuçe bibin ên karkeran.”    MERSÎN   Şaxa DÎSK Genel-Îş’ê ya Mersînê, derbarê Berxwedana Karkeran a 15-16’ê Hezîranê, li Parqa Zarokê Azad daxuyaniyek da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajar tevlî daxuyaniye karkeran bûn. . Di daxuyaniyê de pankarta “50 sal in em di ronahiya 15-16’ê Hezîranê de dimeşin, Tazmînata Qidemê Ewlehî û Siberoja me ye. Em rê nadin ku hûn dest bidinê” hat vekirin. Serokê Şaxa DÎSK Genel-Îş’ê ya Mersînê Kemal Goksoy, axivî û diyar kir ku berxedanê bi yekitiya karkeran qezenc kirine û wê têkoşîna mafên xwe bidomînin.