Ji ber DEDAŞ'ê dest bi çandina berên alternatîf kirin 2020-06-17 09:08:48 MÊRDÎN - Cotkarên ku ji ber fatûreyên giran ên DEDAŞ'ê ji xwe re li rêyekê digerin, ji bo mesrefên wan kêm bibin berine din çandin.  Li navçeya Qoser a Mêrdînê hin cotkar ji ber fatûreyên ceryanê yên giran ji xwe re li rêyine cuda digerin. Ji cotkaraên herêmê hin jê jî ji ber fatûreyên ku li gor zadê çandine tên birîn berine din danîn. Cotkaran ji dêvla garis û genim xiyarên ji bo tirşiyê danîn, lê belê ev jî nebû çare. Her wiha kesên li nav erdan dişixulin jî gotin, beranberiya keda wan bi dest wan nakeve.    98 HEZAR DEYNÊ CERYANÊ    Cotkar Îlyas Deger (35) anî ziman ku berê genim û garis datanîû got: "Min par garis çand. Gava me rakir 60 hezar Tl bi dest me ket. Lê heqê ceryanê jî 98 hezar TL bû."   Deger, bilêv kir ku ji ber vê carê dest bi çandina berekî ku pir ceryan lê neçe kirine û got, îsal xiyarên ji bo tirşiyê danîne. Deger, destnîşan kir ku heger ev jî nebe wê dev ji çandiniyê berde.    JIN DIŞIXULUN, ZILAM BÊHNA XWE VEDIDIN!    Hamdiye Çîçek (30) ku li nav erdê xiyaran dişixule, anî ziman ku heqdesta wan 65 TL ye. Çîçek, bilêv kir ku saet di 7'ê sibehê de dest bi kar dikin heya êvarî dişixulin û got: "Dinya pir germ bûye. Em di vê germê de jî dişixulin. Wexta em diçin malê jî em karê malê dikin. Paqijiya malê, xwarin, zarok, xwarna êvarî... Em sibehê saet di 6'an de şiyar dibin û ên nav erd. Barê me jina girantir e. Mêr piştî kar tên malê bêhna xwe vedidin."    Karker Remziye Ozgen (40) jî destnîşan kir ku heqdesta wan pir kêm e û got: "Tê bîra min nayê bîra min dişixulum. Lê heqdesta me pir kêm e. Hqedesta me têra xwarina me nake."    Mûhammed Çîçek (33) jî ku "çawîş"tiyê dike got: "Diçim cem xwediyê erdan. Çend karker lazim bin wan tînim nav erd. Heqdesta karkerand idim wan. Gava tiştek çêbibe muxatab ez im."    Çîçek, bal kişand ser enflasyona salan e û got, lê belê heqdest zêde nebûne û got, ji ber ku karê wan rojane ye gava karek tunebe li malê dimînin.    MA / Omer Akın