Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike 2020-06-19 09:07:29 ÎDIR - Zozana Korhanê ku serê Çiyayê Agiriyê û seranserê Deşta Îdirê jê dixuyê, ji biharê heya payizê malovaniya bi sedan zozanvanan dike.  Zozana Korhanê, her sal malovaniya bi sedan zozanvana dike. Li rojhavayê wê Tepeyê Karakayayê ku bilindahiya wê 2 hezar û 121 metre ye û Gundê Korhanê heye. Li Rojhilatê wê Deşta Aticiyê û li başûrê wê jî Tepeyê Ahûrayê ku bilindahiya wê 3 hezar û 400 an jî 3 hezar û 500 metre ye, Gola Kupê û Çiyayê Agiriyê heye. Ev zozana ku bi bergeh û dîmena xwe mirov heyr û hejmekar dihêle, ji meha Gulanê heya payizê malovaniya zozanvana dike.    Sidika Kaya ya 63 salî ku tevî neviyê xwe li Zozana Korhanê ye, anî ziman ku 4 mehan li vira dimînin. Kaya, diyar kir ku bi salan e tên Zozana Korhanê û got: "Berê zehmetir bû, em bi kera diçûn me berf dianî, dixist bin erdê. Lê niha xurûm hene, em ava xwe bi wan tînin. Lê têra me nake. Zehmtiya wê pir e. Ji sibehê heya êvarî tu bêjî bîskekê jî sekin tune. Em penêrê xwe çêdikin. Em kîloya oenêr bi 5 TL'yan difiroşin. Li navendê jî bi 15 lîreyan difiroşin. Ev li zora me diçe, lê tştek ji destê me nayê."    ‘LI BAJARAN BÊHNA MIN DERNAYÊ'    Fezîle Bîlgay jî diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve her biha tê Zozana Korhanê û li vira haziriyên xwe yên zivistanê dikin. Bûlgay, got: "Serê sibehê em berxikan derdixin, dû re em miyên xwe yên ji çêrê tên didoşin. Em bi şîrê wan mast çêdikin. Ez pir hez ji zozana dikim. Tim ba min dikin dibên wer bajêr, lê nikarim biçim. Di nav avahiyên betoî de bêhna min diçikê."    Omer Bûlgay jî anî ziman ku ji xeynî zozanvaniyê karekî ku karibin bikin tuneye û got: "Tu rabî li ser înşeatan bişixulî, taşeron perê te nadin. Em jî ji mecbûrî karê ku pê dizanin dikin. Zirar be jî em dikin. Li gor berê zirara wê zêdetir e. Tenê em pê debara xwe dikim. 10 çêlekên min û 5 golikên min hene. Zivistanê golikan difiroşim, pê debara xwe dikim."   MA / Dindar Karataş