Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man 2020-06-20 16:10:44   STENBOL - DÎSK-AR’ê di rapora weşand de, diyar kir ku pêvajoya şewbê herî zêde bandorê li jinan kiriye û dest nîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji sedî 45 jin bê kar man.    Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), rapora rewşa jinan a di kar de ya di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de dinirxîne weşand. Di raporê de, hat diyar kirin ku herî zêde jinan di pêvajoya şewbê de karê xwe winda kirin û ji ber vê qada xebitandinê pir bi lez teng bû. Di raporê de, hat destnîşan kirin ku di navbera Adara 2019 û Adara 2020’an de, hêza kar a jinê ji sedî 11, xebitandina jinê ji sedî 9 bû û di pêvajoya şewbê de jî rêjaya betalbûna jinê ji sedî 45,3 hat diyar kirin.