Daraz betal dike, rêveberî li ber xwe dide! 2020-06-25 09:20:19 WAN-  303 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vegerin ser karê xwe 3 caran ketibûn mulaqatê, lê belê her sê caran jî ji wan re gotibûn "hûn bi ser neketine." Piştî vê karkeran cara çaran serî li darazê da.    303 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ji statuya taşeronî derbasî kadroyê bibin 3 caran ketin mulaqatê lê belê her sê caran jî ji wan re hat gotin ku hûn bi ser neketine. Çendî ku dadgeha îdareyê biryara dubarekirina mulaqatê da jî lê belê qeyûm karker negirtin. Karker, nêzî 27 meh in li bendê ne ku vegerin ser karê xwe.    BÊHIQÛQÎTÎ   Parêzerê karkeran Emrah Borazan, diyar kir ku komîsyona ezmûnê li gor usûlê nehatiye avakirine û got, ji ber vê bi gelek bêhiqûqîtiyan re rû bi rû mane. Borazan, anî ziman ku azmûn bi awayekî devkî hatiye kirin, lê belê di dema azmûnê de mafê parastinê jî nedane karkeran û pirsên ji wan kirine jî ne der barê karê wan de bûye.    Borazan bibîr xist ku ji bo performansa azmûnî ya bernamzetan bi awayekî objektîf bê nirandin û rêgeza hiqûqê pêk bê, divê azmûn bi awayekî dîmenî û deng bên tomarkirin û got: "Lê belê di azmûnê hatine kirine de dîmen û deng nehatine girtin. Di belgeya encamê ya karkeran de sedema hincetê nehatiye diyarkirin, tenê 'bi ser neket' nivîsandine. Lê belê îtirazên muwekîlan ji hêla saziya eleqedar ve bêyî lêkolînek bê kirin û hinceteke berbiçav bê berpêşkirin hemû hatin redkirin."    Borazan, destnîşan kir ku ev yek bandoreke neyînî li jiyana muwekîlên wî dike û bal kişand ser biryara dadgeha herêmî: "Dadgehê di biryara xwe ya ji bo betalkirina tişt ahatiye kirin bêhiqûqîtî û nelirêtî diyar kirine. Lê belê îdaeyê ev biryar esas negirtiye û dîsa rabûye bi heman usûlê azmûn kiriye. Azmûneke bi vî awayî bêhiqûqîtî ye."    MA / Adnan Bîlen