Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar 2020-07-16 09:12:32 STENBOL - Endamê Lijneya Rêveberiya DÎSK’ê Seyît Aslan, derbarê teqîna fabrîqeya fîşekên hewayî ya Sakaryayê ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 122 kes jî birîndar bû de, diyar kir ku îhmalkariyek mezin heye û got: “Dema ku xebatkar diçin karê xwe, xatirê xwe ji xizmên xwe dixwazin û wisan diçin.”  Li navçeya Hendek a Sakaryayê, di fabrîqeya fîşekên hewayî ya herî mezin a welat de, di 3’yê Tîrmehê de teqînek mezin rû dabû, 7 kesan di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn û 122 kes jî birîndar bûbûn. Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê lêpirsîn da bû dest pêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de, kurekê xwediyê fabrîqê, midûrekê berpirsiyar, pisporekê ewlekariya kar û 2 serkarger bi sûcdariya “Bi zanebûn ji kesekê zêdetir mirov kuştin û birîndar kirin” hatibûn girtin.    Piştî vê karesatê, di 9’ê Tîrmehê de jî, di kamyona fîşekên hewayî yên fabrîqeyê ku dibir îmha bike de jî teqînê rû da. Di vê teqînê de, 3 leşkaran jiyana xwe ji dest da bûn û 12 kes jî birîndar bûbûn. Bi vê tê teqînê re îdîayên îhmalkariyê ketin rojevê. Pisporên ewlekariya kar, di nirxandinên kirin de, anî ziman ku di fabriqeyê de bergiriyên pêwîst nehatine girtin.   Endamê Rêveberiya Lijneya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Seyît Aslan, ê piştî teqînê çûbû herêmê, diyar kir ku xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe ji xizmên xwe dixwazin û wisan diçin kar   ÇÛ CIHÊ BÛYERÊ    Aslan, anî ziman ku çawan ku wan teqîn bihîst bi Serokê Giştî û Sekreterê Giştî yê DÎSK’ê diçin herêmê û wiha axivî: “Me agahî derbarê teqînê kom kirin. Em hin bûn ku di heman fabrîqeyê de, di nava 11 salan de bi dehan car teqîn rû dane. Hîna em di rê de bûn, me bihîst ku Serokkomar li xwediyê fabrîqeyê geriyaye û dîsa 3 wezîr çûna cihê teqînê. Li ser vê em fikirin ku li vê derê bêhiqûqî, keyfitî hatiye kirin û rewşekê divê ser bê girtin heye.”    REWŞ PIR XIRAB BÛ    Aslan, da zanîn ku dema gehiştin cihê teqînî rastî tabloyek pir xerab hatin û wiha got: “Ji fabriqeyê tiştek ne mabû. Li ser vê em fikirin ku tu mirov ji vê derê bi saxî xilas nebûne. Ev fabrîqe berê cihê çewlika mirîşkan bûye. Di avahiyên van çewlikan de hilbarîna fîşekan hatiye kirin. Teqez fabrîqe ji bo hilberîna vî karî ne musaîde. Ligel ku di berê de, gelek caran li vê fabrîqeyê teqîn rû daye jî, dîsa hilberîn lê hatiye dewam kirin. Wisan xuya dike ku qanûnê çavên xwe ji vê rewşê re girtiye. Di heman demê de, tu agahî û belgeyên walîtiyê yên ku divê salê 4 caran vê derê kontrol bike, tuneye. Yanî hilmalkariyek mezin heye.”    ‘DIVÊ BERDÊL BÊ DAYÎN’   Aslan, dest nîşan kir ku divê berdêla vê bûyerê bê dayîn û wiha bilêv kir: “Divê Qanûna Tenduristî û Ewlekariya Kar û mekanîzmayên kontrolkirinê bên guhertin. Lazime ku pisparê ewlekariya kar xwedî rayeyek tam be û di rewşên bi talûke de tavilê mudaxile bike. Pêwîste ku di nava mekanîzmayeke kontrolkirinê de, bê peywirdarkirin.”   Aslan, bal kişand ser astengiyên li pêş rêxistinên sendîkayên bi hevre û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku kardêr bergiryan nagirin û cînayetên kar rû didin, divê bi cezayên giran bên cezakirin. Pêwîste ku kardêrên sûcdar di dadgehên cezayên giran de bên darizandin. Divê  ku berdêla bûyerên di şexsên wan de rû didin bibin.”   MA / Kadîr Guney