KESK: 18 hezar û 100 dosya li benda biryarê ne 2020-07-20 19:19:49   AMED – Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê derbarê îxracên serdama OHAL’ê de diyar kir ku 18 hezar û 100 dosya li benda biryara Komîsyona OHAL’ê ne û got: “Divê Komîsyona OHAL’ê were rakirin û peywîra hemû kedkarên cemaweriyê were îadekirin.”   Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Amedê, têkildarî îxracên KHK’iyan li xaçerêya Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyanî da çapemeniyê.  Endam û rêveberên KESK’ê dirûşmên “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” û “Îxracên KESK’î rûmeta me ne” berz kirin û pankarta “KHK dê biçin em ê vegerin ser karê xwe” hilgirtin. Di daxuyaniyê de Berdevkê KESK’ê yê Demê Mehmet Ûlûg axivî.   ‘KOMÎSYON DI BIN KONTROLA DESTHILATDARIYÊ DE YE’   Ûlûg bi bîr xist ku bi KHK’yên OHAL’ê hikumetê mudaxileyî hemû qadên jiyanê kir û wiha got: “Bi KHK’yên OHAL’Ê 126 hezar kes hatin fîşkirin. Bi tiştên ku ne sûc hatin îhraçkirin û rêgezên hiqûqê yên bingehîn binpêkirin. Bi KHK’yan mafên bingehîn tunehatin hesibandin. Bi ser avakirina Komîsyona OHAL’ê de 4 sal derbas bûn. Lê hêj 18 hezar û 100 dosye li benda dayîna biryarê ne. Bi salan e em dibêjin komîsyon di bin bandora desthilatdariyê de xebatan dimeşîne. Ne serbixwe ye.”     ‘MILYON KES BI ÎHRACAN MEXDÛR BÛN’     Ûlûg diyar kir ku parastina kesekî ku ji sendîkayên ku girêdayî konfederasyona wan e hatine îxrackirin negirtine û got: “Dema kes serî li komîsyonê didin jî nizanin ku ji bo çi hatine îhraçkirin. Ne diyare ku kedkarên cemaweriyê ji bo çi hatine îhraçkirin. Ev bi zanebûn tê kirin. Biryarên neheq yên komîsyonê, derveyî maf û azadiyê ne. Îhracan milyon kes mexdûr kirin. Mafên qanûnî ji destên mirovan hatin girtin. Seredana kedkarên hatine îhraçkirin jî bûn sebebê îhraçkirinê. Hevalên me bi pêkanînên ku li dewletên eşîran jî neyî re rûbirû man û hêj jî rûbirû dimînin.”     ‘DIVÊ KOMÎSYONA OHAL’Ê WERE RAKIRIN’     Ûlûg anî ziman kû di pêvajoya îxracan de gelek hevalên wan jiyana xwe ji dest dan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek hevalên me di vê pêvajoyê de hatin asta xwe kuştinê û hinekan xwe kuşt jî. Berpirsyarê van pêkanînan desthilatdarî ye. Vê zilmê bi dawî bikin. Divê Komîsyona OHAL’ê were rakirin û peywîra hemû kedkarên cemaweriyê were îade kirin, biryarên komisyonê werin betal kirin. Heta ku ev yek hemû pêk neyên em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê serbikevin û vegerin.”    Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.