Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin 2020-07-22 15:14:30   AMED – Platforma Tenduristiyê ya Amedê xwest ku Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê yê berê Recep Orûç yê hat girtin were berdan.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî Recep Orûç ê Hevserokê Şaxa Sendîkaya SES’ê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hat girtin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya SES’ê pêk hat û nûnerên KESK û TMMOB’ê beşdarî civînê bûn û pankarta “Xebatên sendîkayî ne sûc in, dawî li girtinên neheq û bêhiqûqî bînin” daliqandin.    ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BI RÛMET BERNEDIN’    Hevserokê Şaxa SES’ê yê Amedê Şiyar Guldîken daxuyanî da û bi bîr xist ku Recep Orûç berê jî bi awayek neheq û bêhiqûqî ji kar hatibû dûrxistin û tu sûcek ku wê Oruç pê were girtin tune ye. Guldîken anî ziman ku sûcdariya li ser Orûç hemû ji ber xebatên tenduristiyê û sendîkayî bûne û dixwazin hemû aliyên muxalîf bi awayên dijhiqûqî krîmînalîze bikin. Guldîken got ew ê dest ji xebat û têkoşîna xwe ya rûmet bernedin û gavê xwe paş de nedin. Guldîken xwest dawî li zext û êrişên azadî û mafan ji holê radike were anîn û got: “Hevalê me Recep Orûç demildest berdin.”