Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin 2020-07-28 09:04:45 STENBOL - Malnişînên ji ber kêmbûna mûçeyan xwe bi gazinc in, diyar kirin ku buhayê her tiştî zêde bûye loma ew neçar in ji gelek tiştan ferexet bikin.     Em bi endamên Sendîkaya Malnişînan re der barê pirsgirêkên wan de axivîn.    Bi milyonan malnişînên li Tirkiyê bi mûçeyê xwe yê malinişîniyê nikarin bi xweşikî debara xwe bikin. Li gorî daneyên Wezareta Malbat, Kar û Xizmetên Civakî yên 2020’an, ji sedî 49.31’ê malnişînan ango 4 milyon û 179 hezar û 840 kes di binî ucreta asgarî de mûçe distînin. Lêbelê ev rêje di sala 2018’an de li derdora 11,9’an de bû.    MALNIŞÎNÊN 500 TL DISTÎNIN HENE   Yek ji endamê sendîkayê Yavuz Kaya da zanîn ku ew sala 1992’an bûye malnişîn û armanca sendîkayan pirsgirêkên malnişînan bikin rojevê û çareseriyan ji bo wan peyda bikin. Kaya destnîşan kir ku mûçeyê malnişînan kêm e û piraniya malnişînan di bin sînorê hejariyê de mûçe distînin û ji ber vê jî ew ji gelek tiştan ferexet dikin. Kaya axaftina xwe wiha domand: “Ez tîşortê li ser xwe 8 sal in li xwe dikim. Mûçeyê piraniya malnişînan kêm e. Îro sînorê birçîbûnê 2 hezar û 500 TL ye û malnişînên tenê 500 TL distînin hene.”    MÛÇEYÊ MALNIŞÎNIYÊ   Kaya ragihand ku divê malnişînên herî kêm mûçe distînin, qet nebe di sînorê hejariyê de mûçe bistînin. Her wiha Kaya destnîşan kir ku malnişînên ji Ewropayê tên pir bi hêsanî jiyana xwe didomînin û wiha got: “Em li vê derê nikarin herin memleketê xwe. Em di tevahiya qadên jiyanê de ked didin ji ber vê jî dema extiyar bûn, em dixwazin jiyaneke rehettir bijîn. Me salên xwe yên herî xweş, 40 salên xwe da vî welatî.”    BUHA ZÊDE BÛN ÎKRAMIYE NEGUHERÎ   Kaya da zanîn ku dewlet 4 sal in îkramiyeya cejnê dide malnişînan lê 4 sal in ev hezar TL ye. Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “4 sal berê zêrê çaryek 256 TL bû, niha nêzî 700 TL’yî ye. Me 4 sal berê bi pereyê îkramiyeyê 4 heb zêrên çaryek distandin lê niha dikarin tenê 1 û nîv bistînin. 2 û nîv zêr ji dest çûye. Her tişt 3 qat zêde bûye gere mûçe jî 3 qat zêde bûbûna.”   BANGA LI MALNIŞÎNAN    Kaya bi lêv kir ku nirxê hezar TL’yê  4 sal berê distandin, niha bûye 250 TL û got: “Mirovên pereyê wan heye dikarin bi hêsanî danûstandina xwe bikin lê kesên malnişîn li benda êvarê dimînin ku buha dakevin. Li welêt 13 milyon malnişîn hene. Divê malnişîn bibin yek da ku mafê hevpeymana giştî bi dest bixin. Heta em vê bi dest nexin wê mûçe her biçe bihelin û  îkramiye jî naguhere. Em neçar in bibin yek.”     ‘MÛÇE BI ZORÊ TÊRÎ KIRÊ DIKE’   Îbrahîm Kardagê ku endamê sendîkayê ye diyar kir ku ew nikare debara xwe bike û ji sedî 80’yê malnişînan di heman rewşê de ne. Karadag wiha got: “Pêşiya karkirina malnişînan digirin dibêjin hûn dikarin karê duyemîn bikin. Kesên malnişîn nexebitin nikarin debara xwe bikin. Mûçe bi zorê têrî kirê dike. Hevalên me yên malnişîn hene ku nikarin zarokên xwe bidin xwendin.”    ‘PEREYÊ ME DIDIN ME’   Karadag got ku berî her cejnê wek lutûfekê behsa dayîna îkramiyeyê dikin û wiha domand: “Ev pere mafê me ye. Em ne parsek in. Me 25 sal pirîmên xwe yên malnişîniyê dan. Pereyê me paşve didin me. 4 sal in îkramiye zêde nekirine. Divê îkramiye jî bê zêdekirin.”     ‘DIVÊ EM BIBIN YEK’   Herî dawî Karadag da zanîna ku malnişînên li welatên din li dinyayê digerin û dema ew tên Tirkiyeyê  kesên malnişîn xizmetê ji wan re dikin û wiha got: “Di vê rewşê de bêguman wê malnişîn xwe bi rêxistina bikin. 13 milyon malnişîn birêxistin bibin wê dikaribin her tiştî bikin. Divê sendîka bibin yek û xwe bikin konfederasyon. Em parçebûyî ne. Em bi vî awayî nikarin mafê xwe bi dest bixin.”   MA / Kadîr Guney