Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin 2020-08-07 10:20:22   ENQERE - Xebatkarên Tesîsa Civakî ya Vîşnelîk a ODTU duh dest bi grevê kiribûn. Piştî peymana tomarî (TÎS) îmze kirin dawî li çalakiya xwe anîn.    Xebatkarên Tesîsa Civakî ya Vîşnelîk a ODTU, ji bo mafê xwe bi dest bixin, duh dest bi grevê kiribûn. Piştî ku Sendîkaya Karkerên Turîzmê yên Şoreşger (Tev Turîzm Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Rêveberiya Tesîsa Civakî ya Vîşnelîk a ODTU di nava hevde Peymana Karê Tormarî (TÎS) îmze kirin, karkeran dawî li çalakiya xwe anî. Dev Turizm Îş, daxuyanî da û diyar kir ku çalakiya endamên wan bi serketftî bi encam bûye.