Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin 2020-08-23 11:22:59 ŞIRNEX – Ajokarên kamyon û TIR'an ên di Deriyê Sînorê Xabûrê re derbas dibin, li dijî girankirina karên derbaskirina sînor çalakî li dar xistin. Ajokarên ji ber sepandina testa vîrûsê ya 36 saetan mexdûr dibin, çalakî li dar xistin.    Ajokarên ku malê şîrketan bi TIR û kamyonan di navbera Tirkiye û Herêma Federe a Kurdistanê de di Deriyê Sînor ê Xabûrê re dibin û tînin, ji ber sepandinên rayedaran mexdûr dibin. Ji ber rayedar karê derbaskirina ajokaran a sînor giran dikin, ajokar bêzar in. Ji ber ku bi hinceta testa vîrûsa corona ya 36 saetan, derbaskirina deriyê sînor ê Halil Îbrahim ê Gumrukê yê li Zaxo giran kirine, ajokaran çalakî li dar xistin. Ajokaran bi 25 dolaran di testa vîrûsa corona re derbas dikin û ji ber testê dîsa ajokar bi TIR û kamyonan ketine dorek dûr û dirêj. Ajokarên li Zaxo li dijî vê helwestê bertekên xwe anîn ziman û çalakî li dar xistin. Ajokar dixwazin wekî pêvajoya pandemiyê dorsên maşîneyan di navbera 2 sînoran de bi hev biguherînin. Ajokarên Iraqî ji ber vê yekê çalakî li dar xistin.    Ajokarê di dorê de Ugur Gural, bertek nîşanî sepandina rayedaran da û got: "48 saet e li deriyê sînor rawestiya me. Testên ajokaran li dervê sînor pozitif û li aliyê Tirkiyeyê negatif derket. Ji ber van sepandinan em mexdûr dibin û lêçûna me zêde dibe. Barê TIR'ekê dibe 4 perçe. Tu par ji mere namîne. Her serê sibê em 30 dolar pere didin wan. Heta bajarê Silêmaniyê ez herî kêm li 3 qadan radiwestim. Li 4 cihan pere ji me distînin. Em dixwazin ev pirsgrêk çareser bibin.    Ajokar Mahsum Kurtay jî anî ziman ku hin caran encama testê heta 48 saetan jî bi encam name û got. "Ne wezîrê bazirganiyê, Ne wezîrê Gumrukê û ne jî parlamenterên herêmê guh nadin pirsgirêkên me. Divê em êdî bar nekişînin   Ajokar Şaban Cartin jî anî ziman ku ewlehiya wan tune dema tiştek bê serê maşînê wan maliyeta wê 500 hezar tl ye û kes nikare heqê wê bide. Cartin, xwest pirsgirêk çareser bibe."