Ji bo aştiyê hat Tirkiyeyê 7 salan girtî ma: Çareserî aştî ye 2020-08-31 11:59:06 AMED – Qasidê Aştiyê Nûrettîn Turgut ê li ser bana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyek mayinde di 19'ê Cotmeha 2009'an de di nava koma 34 kesên ji Qandîl û Mexmûrê de hat Tirkiyeyê û 7 salan hat hat girtin; bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê got: "Rewşa îro darbeya 12'ê Îlonê ya Kenan Evren derbas kiriye. Niha tenê rêya me ya çareseriyê aştiyek mayinde ye."    Di 19'ê Cotmeha 2009'an de li ser banga Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan ji Qandîl û Mexmûrê 34 Qasidên Aştiyê di sînorê Xabûrê re hatin Tirkiyeyê. Gelê Kurd, qasidên Aştiyê li ser sînor, bi girseya deh hezaran pêşwazî kir û ew hembêz kirin. Yek ji Qasidê Aştiyê Nurettin Turgut bû. Turgut, piştî li gel komê hat Tirkiyeyê hat girtin û 7 salan girtî ma. Turgut, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya cîhanê, li ser hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo aştî û çareseriyê û polîtîkayên Tirkiye yên li dijî aştiyê axivî. Endamê Meclîsa HDP'ê Turgut, anî ziman ku dema peyva aştiyê hat gotin divê hewldanên Ocalan bê zanîn û wiha got: "Hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo aştiyê gelek zêde ne. Di dîroka komarê de her dem gelê Kurd û Tirk û hêzên demokrasiyê bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû mane. Gelê Kurd vîna xwe teslîmî Birêz Ocalan kiriye. Her çend birêz Ocalan îro di tecrîdê de be jî ji sala 1993’an heta niha her tim ji bo aştiyek demokratîk û mayinde têkoşîya ye. Ji sala 93’an heta niha 8 caran agirbest îlan kiriye û xwestiye aştiyê pêş bixe. Ji bo rê li pêş aştiyê veke di vê pêvajoyê de 2 komên aştiyê şandin Tirkiyeyê. Gavên şênber avêt."    HIŞMENDIYA YEK PEREST XISTIN MERIYETÊ   Turgut, anî ziman ku li ser banga Ocalan koma ji 34 kesan pêk dihat di 19'ê Cotmeha 2009'an de ji Qandîl û Mexmûrê hatin Tirkiyeyê. Ji bo bingeha aştiyê ava bikin, em jî tev li vê pêvajoyê bûn. Dema kom hat Tirkiyeyê gelê Tirkiyeyê bi kelecanek pir mezin kom pêşwazi kir. Lê vê kelecana gelê Tirkiyeyê pîr zêde berdewam nekir. Ji bo vê hewldana aştiyê vala derxin gelek gavên dijber hatin avêtin. Dîsa hiş û feraseta yek perest a Îttihat û Terakkî li Tirkiyeyê ket meriyetê. Wê dema em hatin dîmenek pir xweş derket holê. Wê demê Tayyip Erdogan got "Ma kî ji vê yekê ne kêfxweş e" piştre got “Em her tiştî ji nû ve dest pê dikin" û hewldanên aştiyê tev xera kirin."    Turgut, bibîr xist ku piştî Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, Ocalan li Îmraliyê di sala 1999'an de bang li Koma Aştiyê ya yekem kir û wiha got: "Di sala 1999'an de Koma Aştiyê ji Qandîlê hat. Endamên vê komê bi salan girtî man. Dîsa em di nava koma duyemîn a 2009'an de 10 kes hatin girtin. Ev nêzîkatiya Dewleta Tirkiye ya li dijî aştiyê nîşan dide. Nêzîkatiya li dijî statuya gelê Kurd û nasnameya  gelê Kurd nîşan dide. "    HEWLDANÊN OCALAN ÊN JI BO AŞTIYÊ LI ROJHILITA NAVÎN TÊ QEBÛLKIRIN   Turgut, destnîşan kir ku hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê îro ji aliyê gelê Rojhilata Navîn ve tê qebûlkirin û ecibandin û wiha lê zêde kir: "Îro li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn yê aştiyê bilêv dike, parastina azadî û demokrasiyê dike û pêşengiya wê dike tenê kesek heye. Ew jî birêz Ocalan e. Îro jî dewlet ji bo aştiyê gavan bavêje, dê Birêz Ocalan helwestek erênî nîşan bide. Dê pêla aştiyê li hemû Rojhilata Navîn belav bibe."    ‘DIXWAZIN DENGÊ AŞTIYÊ BIFETISÎNIN'   Turgut, anî ziman ku îqtîdara AKP'ê li dijî aştiyê asteng e û wiha pêde çû: "Demaem hemû îqtîdarên Komara Tirkiyeyê li ber çavan digirin, îqtîdara herî zêde dîktator, zordest, înkar û îmha dike û bi hişmen8diya şer a Dewleta Osmanî tev digere hikûmeta niha ye."  Turgut, bal kişand ser peymanên Ocalan ên li dijî vê hişmendî û polîtîkaya zordest û înkarê û wiha berdewam kir: "Ev hişmendiya zordest Brêz Ocalan di tecrîdê de digirin. Ji ber ku îro bang û hewldana Ocalan a ji bo aştiyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Me dît ku dema hewa aştiyê pêş ket, gavên erênî hatin avêtin. Rewş asayîbû. Em bawer dikin ku îro jî aştiyê pêş bikeve dê rewş bê guhertin û hewa bê guhertin. Her ku aştî pêş dikeve rê li pêş herikandina xwîna hezaran mirov tê girtin."    Turgut, anî ziman ku piştî sala 2014'an Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) "Plana Hilweşînê" xist meriyetê û piştî vê planê şerekî giran û dijwar dest pê kir. Piştî tecrîdkirina Ocalan gikar kirin kuştin zêde bû. Bi tecrîdê hewldana Ocalan a ji bo aştiyê pûç kirin. Bi vê pêvajoyê şerê topyekûn dan destpêkirin. Li Tirkiyeyê tu îqtîdaran ew qas polîtîkayên faşîst, hovane û komkujiyê pêş nexistine. Di serdema Kenan Evren a 12'ê Îlonê de jî wisa nebû."     MA / Arjîn Dîlek Oncel – Dîndar Karataş