Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin 2020-09-08 09:06:44   COLEMÊRG - Li Colemêrgê welatiyên ku dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirin, bal kişandin ser bihabûna fiyetên giya û kayê û gotin, lê çendî ku şert û merc giran bin jî tekane çavkaniya wan a debarê sewalvanî û çandinî ye.    Li gundên Colemêrgê welatiyan dets bi amadekariyên zivistanê kirin. Welatî hem giyayên ku dirûtine û yên kirîne li patosê dixin hem jî pêdiviyên xwe yên jiyanî tedarik dikin. Welatiyên gundê Kotranîs û Dêzê, bal kişandin ser bihabûna fiyetên giya û kayê û zor û zehmetiyên zivistanê.    Tahsîn Yîgît, anî ziman ku ji ber şewba Covîd-19'ê û kêmbûna baranê îsal pir giya berhev nekirine û got, ji ber vê wê di zivistanêd e zehmetiyê bikişînin. Yîgît, diyar kir ku bihabûna fiyetê giya û kayê ji bo wan nebaş e û got, her diçe dahata ji çandinî û sewalvaniyê tê kêm dibe. Yîgît, anî ziman ku îsal ji ber pandemiyê niakribûne derkevin derve, lewma giya pir berhev nekirine ûg ot, lewma mecbûr mane ji bo zivistanê giya û kayê bikirin.    Yîgît, destnîşan kir ku lê belê çendî ku şert û emrc zehmet bûbûn jî cardin tekane çavkaniya debara wan sewalvanî û çandinî ue.    JI BAJÊR BER BI GUND VE    Hakki Yîgît jî anî ziman ku ji ber rewşa aborî neçûye zanîngehê û bal kişand ser nebaşbûna rewşa welêt. Yîgît got: "Me bi salan li bajaran dibistan xwend, ji bo pêşerojê. Lê tiştek bi dest me neket. Ji ber rewşa aborî ez neçûm zanîngehê. Min jî dve ji bajêr berda û hatim gund. Heger em li bajêr bimana wê jiyana me zehmtir bûbûna. Heta belkî me nikaribûya nanek jî bibira malê. Ji ber ku li vê derê me, kêfxweş im."    FIYETÊ MAZOTÊ    Îbrahîm Yîgît jî ku her sal van çaxan gund bi gund dikere û giyayê welatiyan dihêre got: "Her sal van çaxan gund bi gund digerim, giya û kayê patos dikim. Bi vî awayî debara malbata xwe dikim. Lê ji ber fiyetê mazot û perçeyên yêdek biha bûne, em zehmetiyan dikişînin. Lê cardin jî em bi awayekî jiyana xwe didomînin."