Karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin: Em karê xwe dixwazin 2020-09-10 09:04:08   STENBOL – 13 karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin, bi rojane li ber şaredariyê çalakiyê rûniştinê li dar dixin. Karker Mîkaîl Peşen got: "Bêyî tiştekî bibêjine m ji kar derxistin û hin kesên din xistin şûna me."    13 karkerên ku di sala 2013'an de li Şaredariya Beşîktaşê dest bi kar kirin, di 31'ê tebaxê de şaredariyê peyam ji wan re şandiye û ji wan xwestine hew werin kar. Li ser vê karker xwestin sedema derxistina ji kar hîn bibin û ji bo vê çûne şaredariyê, lê belê tu muxatab nedîtine. Lewma ji roja sêşemê ve li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştine kirine.    PIŞTÎ EW QAS XIZMETÊ      Karker Mîkaîl Peşen got: "Me ev qas ximzet kir, lêa xirê em derxistin. Ji wê rojê ve ji bo em vegerin ser karê xwe çi ji destê me hat me kir, lê kes tiştekî nabêje. Sedema derxistina ji kar jî nabêjin. Piştî me 13kesên din wergirtin. Çima em derxistin û hin kesên din anîn?"   Peşen, anî ziman ku ji bo cardin vegerin ser karê xwe xwestine bi rayedarên şaredariyê re biaxivin, lê belê tu muxatab nedîtine. Peşen got: "Em diçin şaredariyê kes alîkariyê nake. Em diçin cem midûrê destekê muxatabekî jî nabîne. Em doza heqê xwe dikin, çima em ji kar derxistin. Heger pêdiviya wan pê tunebe, nexwe çima hin kesên din girtin. Jixwe neheqî li me dikirin, lê cardin jî em dixebitîn. Roj hebû tenê heqê rê, tenê heqê xwarinê idan me, lê em tiştek endigot. Ji meaşê me dibirîn, me tiştek nedigot. Herî dawî jî em ji kar derxistin."    Ajovanê otobêsê Peşen bilêv kir ku ji rayedaran ferqa di navbera wan û yên nû hatine wergirtin pirsîne, lê belê tenê ji wan re gotine "ev operator in". Peşen got: "Em ajovanê otobêsê ne. Em kemçe û balafiran bi kar naynin. Wekî hincet vê didin ber me. Ev en hincet e."    ‘HEYA EM HEQÊ XWE NESTÎNIN'    Peşen, anî ziman ku bi awayekî neheq ji kar hatine derxistin ûg ot: "Em ê doza heqê xwe bikin. Di warê hiqûqî de em serlêdanan dikin. Ên dengê me dibihîsin ji kerema xwe bila alîkariya me bikin. 5 zarokên min hene. 3 jê diçin dibistanê. Gava betal bimînim wê rewşa wan çawa be? Xaniyê tê de me ê bikirê ye. Kirêya wê hezar û 300 lîre ye. Gava em betal bin em ê ji kû bînin? Gava nşixulim ez ê birçî bimînim. Em werê bêçare hiştin. 10 roj in em li vê derê doza heqê xwe dikin. Bila reyadar dengê me bibihîsin. Heya em heqê xwe bi dest nexin em ê li vê derê bin."    Karker Abdurrahîm Kargi jî destnîşan kir ku a hatiye kirin neheqî û bêhiqûqiyeke mezin e û got, 5 sal û nîvan xizmeta şaredariyê kiriye, lê belê helweta şaredariyê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Kargin, anî ziman ku xwestine sedema derxistina kar hîn bibin lê belê bi tu awayî nikaribûne hevdîtinê çêbikin. Kargin got: "Em ji sibehê heya êvarî dixebitîn. Her kes deyndar e. Zarokên ehr ksî hene. Kiliçdaroglû soz dabû ku wê kes ji kar neyêd erxistin. Çi bû? Di dema şewbê de em derxistin. Em bêçare hiştin."    MA / Mehmet Aslan