Rewşa esnafan xirab e: Di 7 mehan de 416 dikan hatin girtin 2020-09-30 09:08:33 WAN - Esnafên Wanê ji ber krîza aborî rojên zor û zehmet derbas dikin. Di 7 mehên ewil ên salê de, 416 esnafan dikanên xwe girtin.  Esnafên Wanê, ji ber krîza aborî rojên zor û zehmet derbas dike. Ji ber vê di 7 mehên ewil ên sala 2020'an de 416 esnafan dikanên xwe girtin û gelek jê jî di nava deynan de ne.    DU DIKANÊN XWE GIRTINE    Esnafê 24 salan Mûhiyettîn Yilmaz, anî ziman ku ji ber krîza aborî û şewbê ji 5 dikanên xwe dudo jê girtine. Yilmaz, diyar kir ku êdî dahata wan ji lêçûnên wan kêmtir bûe û got, ji ber vê mecbûr maye 17 karkeran jî ji kar derxîne. Yilmaz, niha hindik maye firina xwe ya ku 5 kes lê dişixulin jî bigire û got: "Berê kîsê arvanê ê 50 kîloyî bi 50-60 lîreyî bû, lê niha em bi 130 lîreyî dikirin. Gava em heqê êzingan û karkeran jî lê zêde bikin, tiştek di destê me de namîne. Heqê kirêya min 6 hezar û 200 TL ye. Her meh lêçûna vê dikanê 10 hezar û 500 TL ye. Her wiha dikaneke min a zexîreyan jî heye. Min her meh 60-70 hezar Tl qezenc dikir, lê du sal in ji bêrîka xwe xerc dikim."    KA PIŞTGIRIYA JI BO ESNAFAN?    Yilmaz, bal kişand ser gotinên hikûmetê ku dibêje "her tişt ber bi başiyê ve diçe" û got: "Sedema van tiştan rewşa xirab a aboriyê û zêdebûan dolar e. Ji bo piyase zînde be divê pere hebe. A Tirkiyeyê li ser pêya dihêle bazirganî ye. Niha jî ji bo em li se rpêya bisekinin divê dewlet piştgiriya me bike. Lê belê dewlet tu destekê nade me. Qaşo wê piştgiriya esnafan bikira? Ka piştgirî?"    ‘ZILMA QEYÛM'    esnaf Mûstafa Karakoyûn jî rewşa heyî wekî "felaketê" nirxand. Karakoyûn, bal kişand ser heqê kirêyên dikanan ku qeyûmê Şaredariay Bajarê Mezin a Wanê biha kiriye û got: "Rêveberiya qeyûm jî zilmê li me dike. Heqê kirêya me 400 TL bû, niha kiriye hezar û 500 TL. Di qanûnê de tê diyarkirin ku kirê divê di navbera ji sedî 15-20 bê zmdekirin. Lê belê ya me ji sedî 400 hatiye zêdekirin. Lewma em bi mexdûriyeteke mezin re rû bi rû ne. Di dema rêveberiya HDP'ê de tiştekî wiha tunebû. Çawa qeyûm hat ev der da ber îhaleyê û bi derbekê re heqê kirêyên me biha kir. Ji me re gotin, 'Ne bi dilê we be, derkevin.' Par van çaxan heqê fatûreya me ya ceryanê 70-80 lîre bû, lê belê niha 120-150 lîre tê. Kirêyên hin esnafan ketien ser hev û nikarin bidin. Meha ku em kirêya xwe nedin ji sedî 5 faîzê ji me distînin."    Esnfa Bekîr Saçinti jî anî ziman ku piştî qedexeyên derketina derve yên ji ber pandemiyê hatibûn ragihandin rewşa xirabtûr bûye û got, karê wan ji sedî 70 kêm bûye.