Sîne-Sen: Em li setan şert û mercên insanî dixwazin 2020-10-04 09:01:18   STENBOL – Serokê Daîreya Rêxistiniyê ya Sîne-Senê Galîp Gorur, anî ziman ku divê karkerên setê di şert û mercên insanî de û herî zêde 8 saetan bên şixulandin û xwest karker bibin kirde û hêza xwe ya ji bo hilberînê bi kar bînin.    Xebatkarên setan ên di sektora sînema û rêzefîlman de di şert û mercên giran de dixebitin. Car heye karker 24 saetan jî dixebitin. Serokê Daîreya Rêxistiniyê ya Sîne-Senê Galîp Gorur, bal kişand ser pirsgirêkên ku karkerên setan bi wan re rû bi rû dimînin.    DAXWAZA JI BO XEBATEKE 8 SAETΠ   Gorur, bilêv kir ku karker li setan di warê saetên xebatê, xwarin, muameleyên nebaş û zextên derûnî de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got, daxwaza karkerên setan ew e ku di şert û mercine insanî de bixebitin.    Gorur, bilêv kir ku li setan mekanîzmayeke venihêrandinê ya sazîbûyînî jî tuneye û got: "Di dema şewbê de jî tu tişt neguherî. Di dema şewbê de 3-5 mehan navber hat dayîn û dibe ku careke din jî bê dayîn. Heger navber bê deyîn miheqeq divê di asta heqedesteke kêm de piştgiriya xebatkaran bê kirin. Dewlet divê karkeran biparêze."    'EM TIŞTINE INSANÎ DIXWAZIN'    Gorur, bilêv kir ku li gor qanûnê gelek mafên wan hene, lê belê ev maf di partîkê de nînin û got, divê karker hay ji mafên xwe hebin û bên sendîkayê. Gorur got: "Em kardêran hişyar dikin. Heger hûn zêde bijidînin helebt wê li cihekî biteqe. Werin em pîvanên heyî pêk bînin, pergala taşeronî ji holê rakin, saetên xebatê sererast bikin û pirsgirêkên di warê serwîs û xwarinê de hel bikin. A rast daxwazên me ne daxwazin jî. Em tiştine insanî dixwazin."   Gorur, bal karkeran kir ku xwe birêxistin bikin û got: "Werin sendîkayê pirsgirêkên xwe bibêjin. Teqez divê karker bibin kirde û hêza xwe ya ji bo hilberînê bi kar bînin. Gava di setê de pirsgsirêkek hebe, divê ên li wir hemû dengê ji xwe bînin."    MA / Kadîr Guney