Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin 2020-10-11 09:06:57   STENBOL - Serokê Giştî yê Gida-Îşê Seyît Aslan, destnîşan kir ku wê bi YEP'ê re tazmînata kidemî û îxbarî ya karkerên di biniya 25 salan û di ser 50 salî re bi temamî ji holê bê rakirin û got, êrîşên li ser mafên karkeran her diçe zêdetir dibin.    Bi serdema nû ya meclîsê re cardin nîqaşên der barê tazmînata kidemî de gur bûn. Çendî ku hikûmet rasterast berê xwe nade tazmînata kidemî jî lê belê hewl dide bi Bernameya Eboriyê ya Nû (YEP) re tazmînata kidemî bi awayekî fiîlî ji holê rabike. Li gor vê bernameyê wê ciwan mehê 5-10 rojan bên xebitandin û bi vî awayî wê wan ji lîsteya betalan derxînin. Lê belê wê ji bo ev qas rojên xebatê prîmên wan ên sîgortayê yên ji bo teqawidbûyînê neyên razandin. Wê bi vî awayî kardêr jî hew heqê sîgorteya karkerên bi meaşê asgarî dixebitin razîne. Yanî wê kardêr ji 868 TL'yê prîma SGK'ê her meh dida xelas bibe. Her wiha yên di ser 50 salî re jî gava bi awayekî qismî bixebitin, wê ji îstisnaya baca dahatê sûd wergirin. Lê belê ji ber ku wê dema wan a xebatê kêm bibe wê dahata wan a mehane kêm bibe. Wê kardêr karên kesekî li du kesan parve bike.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Gida Sanaiyiyê (Gida-Îş) Seyît Aslan, êrîşên li ser mafên karkeran nirxandin.    ARMANC KESAXTINA KIDEMÊ YE    Aslan, bilêv kir ku îqtidar ji bo tazmînata kidemê bikesixîne serî li her rêyê dide û got, ji bo vê jî niha serî li rêbazeke wisa didin ku karkerên di biniya 25 salan û di ser 50 salî re bi peymanine demborî bidin şixulandin. Aslan got: "Ev tê wateya ku van kesan herî kêm 15-20 salan bê tazmînata kidemê bidin şixulandin."    ‘ÊRÎŞEKE DORFIREH'    Aslan, destnîşan kir ku bi vî awayeî xebitandina karkeran tê wateya xespkirina tazmînata kidemê û got, wê bi vî awayî karkeriya derî tomarkirinê zêde bibe. Aslan got: "Patron ji bo kidemê nedin, berî saleke karkeran b-temam bibe wê wan ji kar derxin û dîsa têxin kar. Bi vî awayî wê ewlehiya karkeran hemû ji holê rakin. Her wiha wê bi vî awayî darbeyê li xebata sendîkayî û biewle jî bixin. Xebata bipeyamn herî kêm bi qasî xespkirina tazmînata kidemê êrîşeke dorfireh e."    TÊKOŞÎNEKE YEKBÛYΠ   Aslan, destnîşan kir ku her diçe êrîşên li ser mafên karkeran zêdetir dibin û wê karker nikaribin ji bin fatûreya şewbê rabin. Aslan, destnîşan kir ku ji bo karker bi awayekî mirovane karibin bijîn peywira hevpar a her kesî têkoşîne û got: "Li dijî êrîşên li ser tazmînata kidemî û peymanên karî yên demborî em ê paş ve gav navêjin."   Herî dawî Aslan destnîşan kir ku li dijî êrîşên li ser mafên karkeran yekîtî divê û got, divê karker li fabrîkeyan rêxistinên tîkoşînê ava bikin û înîsyatîfê têxin destê xwe.   MA / Kadîr Guney