Budçeya 2021’an a Wezareta Karên Navxweyî dê mirinên nû bîne 2020-10-22 12:23:36 ENQERE – Wezareta Karên Navxweyî ji bo lêçûyîna tedawî û cenazeyan 36 milyon 25 hezar TL veqetand û çêkirina “6 şehîdgehan nû” û “razandina tezmînatê bo 110 malbatên şehîd û gaziyan” tê hedefkirin. Wezaretê ji bo lêçûyîna cenaze û tedawiyê jî 36 milyon 25 hezar TL veqetand.    Lêçûyînên Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê bi polîtîkaya şer a hundir û derve re jî zêde dibe. Di Butçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2021’an ku pêşkêşî Meclîsê hat kirin. Di Bûdçeyê de ji bo Wezareta Karên Navxeyî bo sala 2021’an bihayê bûdçeyê hatiye veqetandin 10 milyar 665 milyon TL ye. Lêçûyînên personelên Wezaretê tenê ji budçeya giştî ya sê wezaretan zêdetir e.    DI HEDEFA WEZARETÊ DE MALBATÊN 110 ‘ŞEHÎD Û GAZIYAN’ HEYE    Wezaretê Karên Navxweyî di çarçoveya “xizmetên bo malbatên şehîd û gaziyan” di sala 2020’an de ji bo “110 malbatên şehîd û gaziyan” tezmînat hatiye razandin. Ji bo sala 2021’an jî razandina tezmînata bo “110 malbatên şehîd û gaziyan” tê hedefkirin. Her wiha tê payîn ku Wezaret di sala 2021’an de “6 şehîdgehên nû” çê bike.    3 HEZAR CERDEVANÊN NÛ    Wezaretê di sala 2019’an de 2 hezar û 168, di sala 2020’an de jî hezar û 968 cerdevan girtiye û tê hedefkirin ku wezaret di sala 2021’an de jî 3 hezar cerdevanê nû bigire.    55 KÎLOMETRE DIN JÎ WERE DIRÊJKIRIN    Wezaret di bin navê “ewlehiya sînor” de gelek projeyan daniye pêşiya xwe. Di sala 2021’an de li ser sînor dê bi dirêjiya 50 kîlometre lembe werin bicihkirin, bi dirêjahiya 55 kîlometre rêya dewriyê, bi dirêjahiya 55 kîlometre jî dîwar, sîstema kamerayekê û bi dirêjahiya 12 kîlometre jî çêkirina têlên rêsayî tê hedefkirin.    JI BO LÊÇÛYÎNA TEDAWÎ Û CENAZEYAN 36 MILYON TL HAT VEQETANDIN    Di nava lêçûyînên Wezaretê de yek ji sernavên balkêş jî “lêçûyîna tedawî û cenazeyan” e. Ji bo vê lêçûyîna cenaze û tedawiyê di sala 2020’an de 35 milyon 428 hezar TL hatiye veqetandin. Wezaret di sala 2021’an de mesrefên cenaze û tedawiyên pêk werin jî 36 milyon 25 hezar TL veqetandiye.    LÊÇÛYÎNA PERSONELAN JI BUDÇEYA 3 WEZARETAN ZÊDETIR E    Budçeya Wezaeta Karên Navxweyî ji bo sala 2021’an 10 milyar 665 milyon e. Budçeya ku wezaretê tenê bo personelên xwe veqetandiye ji budçeya giştî yên Wezareta Bajarvaniyê, Wezaeta Enerjiyê û Wezareta Karên Derve zêdetir e. Wezareta Karên Navxweyî ji bo personele xwe 6 milyar 3 milyon 873 hezar TL veqetandiye.    MA / Selman Guzelyuz