Karkerên madenê: Em dixwazin mîna mirovan bijîn 2020-10-23 16:04:11   MANÎSA - Karkerên madenê yên ligel hemû şert û mercên zor, zehmet û astengiyan jî, ji bo mafên xwe li ber xwe didin, gotin; “Em dixwazin mîna mirovan bijîn.”   Çalakiya karkerên Maden Uyar ên ji bo ku mafê xwe yên tazmînatê bi dest bixin, di 12’yê Cotmehê de ji Manîsayê xwestin heya Enqerê bimeşin, rastî gelek zor û astengiyan hatin. Çalakiya karkeran di roja 12’emîn de li Kirkagaça Somayê dewam dike.    Sekreterê Rêxistina Sendîkaya Karê Madenê ya Serbixwe Başaran Aksû, diyar kir ku wan di saet 07.30 sibê de dest bi rojê kirin û got: “Di tevahiya rojê de, me mêfan pêşwazî kirin û hewl da pirsgirêkên wan çareser bikin. Hin hevalên me di wesayîtên xwe de radizin. Heya ku em tazmînatên xwe negirin, em ê berxwedana xwe dewam bikin.”    ‘EM DIXWAZIM MÎNA MIROVAN BIJÎN’   Karkerê Madenê Kadîr Yabaci jî, da zanîn ku ev 6 salin di Madena Uyar de dixebite û wiha bilêv kir: “Di sala 2013’an de az ji kar avêtim. Dewlet sermayeye diparêze. Ji bo li mafê xwe bigirim min xwest biçim Enqerê. Em dixwazin mîna mirovan bijîn. Em jî dixwazin di malên xwe de li kêleka zarokên xwe bin. Zarokên me bi çar çavan li benda me dimînin.”    ‘MIN HER TIŞTÊ XWE DI MADENÊ DE HIŞT’     Îdrîs Sarikaya jî, da zanîn ku wî her tiştê xwe di madenê de hişt û got: “Min tenê hêviyên xwe nehiştin.”   ‘EV NE ŞERMA MINE’   Mûammer Baydemîr ê 45 salî jî, dest nîşan kir ku tazmîneta wan nayê dayîn û wiha got: “Em di şert û mercên pir zor de, li ber xwe didin. Em her tim heman kincan li xwe dikin. Rewşa me kembax bûye. Lê ev ne şerma mine, şerma wane. Bila ew ji xwe şerim bikin.”