5 karkerên sendîkayî ji kar hatin derxistin 2020-10-26 15:40:43   ÎZMÎR – Li navçeya Torbaliyê 5 karkerên ku li Kargeha Etîket, Çapkirin û Ambelajê ya Oralê dixebitin, bi hinceta emdatiya xwe ya sendîkayê ji kar hatin derxistin.   Li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê 5 karkerên ku li Kargeha Etîket, Çapkirin û Ambelajê ya Oralê dixebitin, bi hinceta emdatiya xwe ya Sendîkaya Seluloz Îş’ê ji kar hatin derxistin. Sendîkaya Seluloz Îş’ê, bertek nîşanî derxistina ji kar a endamên xwe da û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya ji bo rêxistinbûna karkeran bidomîne.