Dolar bandoreke çawa li 'çaya kêfê' ya Erdogan dike? 2020-10-27 09:08:14 WAN - Welatiyekî ji Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan re gotibû "êdî em nikarin nanekî jî bibin mala xwe" û Erdogan jî gotibû "Bi min mubaxele dike" û rabûbû "çayek dabûyê." Lê belê ew çaya ku Erdogan dabû ji ber kûrên dowîzî her diçe bihatir dibe.  Ji ber ku her diçe krîza aborî ya li Tirkiyeyê girantir dibe, bertekên welatiyan jî zêde dibin. Welatî dibêjên ji ber krîzê êdî nikarin nanekî jî bibin mala xwe. Duh na pêr li Meletiyê hin esnaf û welatî ji Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku ji bo kongreya partiya xwe hatibû bajêr gotibûn "Êdî em nikarin nanekî jî bibin mala xwe." Erdogan jî ji bo van gotinan gotibû "Gava tu bibêjî ez nikarim nan jî bibim mala xwe, ev gotineke mubaxeleyî ye. A ji te re çayeke kêfê vexwe." Piştî vê Erogan çay belav kir. Piştî vê her kesî li fiyetên çayê pirsî, lê belê ew jî ji ber kûrên dowîzî her diçe bihatir dibe.    JI 60 TL'Î BÛ 130 TL    Ji ber pêldariya di kûrên dowîzî de ev çend mehên fiyetê çayê jî pir biha bûye. Li Wanê Kenan Narîncî ku ocaxa wî ya çayê heye, diyar kir ku berê pakêta çayê bi 15 TL'yan dikirîn dû re bûye 40 TL û pakêta bi 60 TL'yî dikirin bûye 130 TL. Narîncî got: "Em dudo an jî sê cure çayê bi kar tînin. Niha çaya em çêdikin, nîv kîloya wê bi 50 TL'yî ye û pakêta çayên din jî bi 35 TL'ya ye." Her wiha Narîncî, bilêv kir ku fiyetê çaya qaçax jî pir biha bûye û got: "Berê çaya qaçax bi 60 TL'yî bû, lê niha bûye 90 TL."    BANDORA DOLAR    Narîncî bal kişand ser bandora dolar jî û got, 5 kîlo şekir berê bi 15 TL'yan bûye lê niha bûye 40 TL. Narîncî, anî ziman ku tiştên qezenc dikin jî pê didin çay, şekir û qedehan û got: "Lîtreya ava ku em pê çayê çêdikin bi 6 TL'yan e. Berê me şîrê germ bi 15 TL'yan dikirî, niha em bi 20 TL'yî dikirin. Fiyetê qedehên ped ên çayê jî bi 3 TL'yan bûn, lê ji ber dolar ew jî biha bûne. Dolar bandorê li kevçiyên çayê jî dike."