‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’ 2020-10-29 16:41:38   AMED – Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê, daxwaz kir ku kedkarên cemaweriyê ku bi KHK’an hatine îxrackirin vegerên karê xwe.    Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Amedê, li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parqa Qoşûyolûyê ya navçeya Rezana Amedê, derbarê kedkarên cemaweriyê yên bi KHK’an hatine îxrackirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de kedkarên cemaweriyê pankarta “Bila komîsyona Rewşa Awarte bê hilweşandin û bêşert yên îxrackirî bên îadekirin” vekirin û dîrişmeya “Em bi berxwedanê biserkevin” berz kirin.    Li ser navê Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê “(SES) Rozerîn Çatak, daxuyanî da. Çatak, diyar kir ku 130 hezar kedkarên cemaweriyê bi KHK’an hatine îxrackirin û bal kişand ser şertên wan û têkoşîna wan a hiqûqî ya ji bo vegera karê xwe. Çatak, dawiya axaftina xwe bang li hikûmetê kir û xwest ku 130 kedkarên cemaweriyê yên hatine îxrackirin li karê xwe bên vegerandin.