Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne 2020-11-07 09:06:07 ENQERE - Aborîzan Ahmet Şahînoz, diyar kir ku heger şewb biqede jî dê di warê aborî de bandora wê demeke dirêj dewam bike û got, heya bidawîbûna pandemiyê rawestandina deynan ne çare ye û dibe ku ev krîz sedema destpêkirina pêvajoyeke krîza bankeyan.  Welatiyên ji ber betaliya ku di dema şewbê de pir zêde bûye êdî nikarin deynin xwe bidin, ji her wextî bêtir berê wan dikeve hêla Dadgehên Îcrayê û Midûriyetên Îcrayê yên Edliyeya Enqereyê.    Welatiyê bi navê M.S. ku ji ber îcrayê hatiye edliyeyê, anî ziman ku li navendeke danûstendinê karê paqijiyê dike û got, 2 hezar Tl deynê wî hebûye, lê belê niha bûye 8 hezar û 700 TL û nikare vî deynî bide.    Li eywana mezadê ya li Edliyeya Enqereyê ku lê malên welatiyên ketine ber îcrayê tê firotin, rojê 50-60 wesayîtên ketine ber heczê tên firotin. S.D. ku ji bo amûrên malê ji bo xizmên xwe bûye kefîl, anî ziman ku ji ber ku nikaribûne 6 hezar TL deyn bidin ketine hecz hatiye ser wesayîta wan û got, niha deyn bûye 9 hezar û 600 TL. S.D. qelbelaxiya li derdora edliyeyê nîşan da û got: "Deynê her kesî heye. Ji ber şewbê taloq kirin, lê şewb biqede jî dê kes nikaribe vî deynî bide."    HEJMARA DOSYEYÊN ÎCRAYÊ DI SER 23 MILYONA RE YE    Taqîbata ji bo îcrayê, ji ber şewbê di 22'yê Adarê de heya 3 mehan hatibû sekinandin, lê belê dosyeyên li daîreyên îcrayê di nava salekê de milyon û 606 hezar zêde bûn. Li gor raporên CHP'ê, heya 16'ê Cotmehê jî hejmara dosyeyên îcrayê di ser 23 milyona re bûye.    DEYNÊ BANKEYAN JI SEDÎ 37 ZÊDE BÛYE    Hîndekarê Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Ahmet Şahîngoz, destnîşan kir ku heger şewb biqede jî dê bandora wê ya di warê aborî de demeke dirêj dewam bike û got, heya bidawîbûna pandemiyê rawestandina deynan ne çare ye.   Şahînoz, anî ziman ku di dema şewbê de ji bo mirov bi rihetî deynan bikin faîz hatine kêmkirin û got: "Ji ber vê di 9 mehên ewil ên sala 2020'an de deynê bankeyan ê li welatiyan ji sedî 37 zêde bûye. Ev zêdebûneke der asayî ye. Heger 9 neh mehan de ev yek pêk hatibe, nexwe divê aborî jî herî kêm ji sedî 15 dorfireh bûbe. Lê belê li Tirkiyeyê aborî mezin nabe, berevajî biçûk dibe. Ligel vê tenê deynê bankeyan ê li welatiyan zêde dibe. Ji sedî 85'ê vî deynî krediyên mezaxêriyê ne û yê mayî jî deynên karta krediyê ne."    Her wiha Şahînoz, diyar kir ku wê westariya aboriyê mezintir bibe û got, dibe ku ev pêvajo bide sedema krîzeke bankeyî jî.    MA / Emrûllah Acar