Karkerê ji înşaatê ket jiyana xwe ji dest da 2020-11-10 11:32:17 STENBOL – Karkerê bi navê Remzî Tûrhan ku li înşaata navendeke danûstandinê dixebitî, di valahiya derencê de ket û jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Umraniye ya Stenbolê, karkerê bi navê Remzî Tûrhan ku li înşaata navendeke danûstandinê dixebitî, di valahiya derencê de ket û jiyana xwe ji dest da. Wê cenazeyê Tûrhan, li gundê Dêrcemend ê navçeya Qelqeliyê ya Wanê bê veşartin.   BIRAYÊ WÎ JÎ BI HEMAN AQÛBETÎ JIYANA XWE JI DEST DAYE   Hat hînbûn ku beriya 2 salan birayê Tûrhan Yûsûf Tûrhan jî dema ku li înşaatê xebitiya ketiye û jiyana xwe ji dest daye.