Karkerên di çalakiyê de: Tê xwestin em bi birçîbûnê bên terbiyekirin 2020-11-14 14:47:56   STENBOL – Karkerên ku ji ber mûçeyê wan nayê dayîn, 2 meh in li ber şantiya Nexwxweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Goztepeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin, diyar kirin ku tê xwetin bi birçîbûnê bên terbiyekirin.    Karkerên ku di şantiya Nexwxweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Goztepeyê ku lêkirina wê ji aliyê Yekîneya Projeya Koordînasyonê ya Walîtiya Stenbolê ve tê berdewamkirin de dixebitin, 2 meh in mûçeyên xwe nagirin. Ji ber vê yekê duh karkeran li ber şantiyê dest bi çalakiyê kirin. Karkeran îro jî çalakiya xwe domandin û derbarê çalakiya xwe de daxuyanî dan. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî tevlî çalakiya karkeran bûn û piştgirî dan çalakiya wan.    ‘KARKERAN NEKIN ŞÛNA KOLEYAN’   Di daxuyaniyê de li ser navê karkeran karker Ersîn Unsal axivî û diyar kir ku ji ber ku mûçeyê wan nayê dayîn dest bi çalakiyê kirine û wiha got: “Tê xwestin ku em weke koleyan bên xebitandin. Em ê rê nedin vê û çavê xwe ji vê rewşê re negirin. Her meh mûçeyê me dereng didin êdî anîne wê astê ku mûçe nedin me. Heta ku mûçeyên me bidin me dê çalakiya me bidome. Tê xwetin em bi birçîbûnê bên terbiyekirin. Karkeran nekin şûna koleyan.”   Piştî daxuyaniyê çalakiya karkeran li ber derê şantiyê didome.