‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’ 2020-11-22 09:10:05   EDENE - Cotkarên narenciyeyê, diyar kir ku ji ber mesref giran bûne deyndar bûne û gotin, hikûmet divê piştgiriyê nede îthalatê bide wan û ji bo kooperatîfbûyînê tevbigere.    Îsal rewşa cotkarên anrenciyeyê nebaş e. Li Edeneyê cotkarên narenciyeyê anîn ziman ku ji ber mesrefan îsal jî deyndar in.    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê Feyzûllah Korkût, anî ziman ku îsal ji ber şert û mercên demsalî rewşa narînciyeyê nebaş bûye û got, serê salê pir baran bariya û paşê cemed çêbû û ev yek jî kir ku baxçe tahde bibînin û ji ber vê jî di navbera ji sedî 40-80 hilberîn kêm bûye.    Korkût, bibîr xist ku Edene paytexta narenciyeyê ye û got, di nav berên çandiniyê de herî zêde narenciye tê îxrackirin. Korkût got: "Îsal ji ber kêmbûna rekolteyê dibe ku fiyetê narenciyeyê biha be." Korkût, diyar kir ku sedema kêmbûna rekolteyê jî germahiya meha Gulanê ye. Korkût, destnîşan kir ku hilberîner ji fiyetê mazot, gubere û dermanan ne razî ne û got, ji ber vê di warê têkolîna li dijî nexweşînan û avdaniyê de zehmetiyê dikişînin.    'DIVÊ ENSTÎTUYA LÊKOLÎNÊ YA NARENCIYEYÊ BÊ AVAKIRIN'    Korkût, anî ziman ku divê li Çûkûrovayê Enstîtiya Lêkolînê ya Narenciyeyê bê avakirin û got, ligel vê divê tesîsên pîşesaziyê yên derbarê çandiniyê de bên avakirin. Korkût got: "Divê daxwazên bazaran esas bên girtin û hilberîn li gor wê bê kirin. Divê nirêxn MRL'yê esas bên girtin. Çinîn di wext de û bi amûr û ekîpmaneke rast bê kirin. Divê şert û mercên depoyê rast bin. Ambalajkirin û berpêşkirina ber a ji bo bazarê dê bikin ku bazar berdewamiyî be."    Her wiha Korkût, anî ziman ku divê cotkar di vî warî de bên perwerdekirin û got: "Di warê paketkirinê, berpêşkirina ji bo bazarê hwd. pêdiviya me bi perwerdehiyeke baş heye. Ev yek bi kooperatîfbûyînê dikare pêş bikeve. Heger kooperatîfbûyîn çêbibe, dê mesref jî kêm bibin. Dê şopandina bazarên navxweyî û yên derve baş bên şopandin. Dê ji bo mezaxêran jî îstikarereke fiyetan hebe. Dê qezenca hilberîneran zêde bibe. Dê peydakirina zexîreyên biewle rihetir bibe."    'BI ÎTHALATÊ COTKARÊN XWE DIKUJIN'    Cotkar Ahmet Aslan jî anî ziman ku rojên ewil ên hilberîna narenciyeyê fiyet 3 lîre û nîv an jî 4 lîre bû, lê belê niha kêm bûye, bûye 70-90 qurîş e. Aslan, destnîşan kir ku ji wan bêtir bazirgan qezenc dikin û niha li bazaran fiyetê narenciyeyê 2-2.5 TL ye. Aslan, xwest dewlet polîtîkayeke ku piştgiriya cotkaran dike esas bigire û got, zêdebûna kûra dowîzê bandoreke nebaş li wan jî kiriye û her diçe mesrefên wan zêdetir dibin. Aslan, xwest dewlet îthalata di warê çandiniyê de neke û got, divê destekeke baş bide cotkaran û ji bo kooperatîfbûyînê tevbigere.    BI DEYNAN KARÊ XWE DIKIN    Cotkar Nasreddîn Adali jî anî ziman ku ew hilberînerekî biçûk e û bi zorê li ser pêyan disekine û got, her diçe mesref zêde dibin. Adali got: "Em ferz bikin hikûmet îro heqê mazotê 10 qurîşan kêm dike, sibê radibe 25 qurîşan zêde dike. Yanî em bi vî awayî tên xapandin." Adali, destnîşan kir ku bi deynan karê xwe dikin û got: "Di dema şewbê de dewletê bi tu awayî piştgiriya me nekir. Kesî li halê me nepirsî."    MA / Hamdûllah Kesen