Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê bicive 2020-12-03 09:10:07 STENBOL - Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê li hev kom bibe. Dê li ser navê karkeran Turk-Îş û nûnerên dewletê li hev kom bibin. Lewma nûnerên partiyên siyasî, bang li Turk-Îş'ê kirin helwesta wê, helwesteke li gor şert û mercên jiyana xebatkaran be.  Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm, dê sibê li hev kom bibe. Dê li ser navê karkeran Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) û rayedarên hikûmetê û kardêr li hev kêm bibin.    PAYLAN: GOTINA KARKERAN ESAS NAYÊ GIRTIN    Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, anî ziman ku dê meaşê kêm ê sala 2021'ê di pêvajoyeke ku karker di biniya sînorê birçîbûnî û xizaniyê de têdikoşin de bê diyarkirin û dê di civîneka ku gotina kardêr û îqtidara nêzî kardêran derbasdar de çêbibe.    Paylan, destnîşan kir ku sînorê birçîbûn û xizaniyê ji hejmara ku Turk-Îş berpêş dike pirtir e. Paylan, rexne kir ku çima di vê civînê de sendîkayên ji bo pirsgirêkên karkeran têdikoşin tune ne. Paylan, bilêv kir ku divê di komîsyonê de daxwazên karker û kedkaran bên qebûlkirin û got: "Ev komîsyon, ne komîsyoneke ku gotina karekran esas digire."    ‘MEAŞÊ KÊM DIVÊ 4 HEZAR TL BE'    Paylan, anî ziman ku partiya wan destnîşan dike ku divê meaşê kêm 4 hezar TL be û tu bac ne daxilî nav bin. Lê belê Paylan, diyar kir ku wisa xuyaye dê meaşê kêm îsal bikin 2 hezar û 600 TL û got: "Ji bo ev nebe divê karker û kedkar dengê xwe bilind bikin. Yan na cardin dê birçîbûnî û xizanî bibe para kedkaran."    BAŞ: RASTIYA KARKERAN LI HOLÊ YE    Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rastiya ku çîna karkeran pê re rû bbi rû ye li holê ye û di diyarkirina meaşê kêm ê nû de divê kedkar ji bacê muaf bin. Baş, ji bo vê yekê bang li Turk-Îş'ê kir ku di komîsyonê de rastiya karkeran esas bigire.    Baş, anî ziman ku ji bo meşaê kêm divê sendîka hemû bên cem hev du û ji bo vê bitêkoşin.    MA / Nacî Kaya