Qedexekirina zozanan bandorek neyînî dike 2018-01-17 09:48:10 COLEMÊRG – Gundiyên Colemêrgê bi sewalkariyê debara xwe dikin, ji ber qedexeya zozan û mêrgan, ji ber rêvekirina li ber îthalat û maliyeta zêde, nikarin sewalkariyê bikin.  Ji ber qedexeyên li ser zozanan sewalkariya li Kurdistanê li ber qedandinê ye û gundiyên herêmê gelek tengasî dikişînin. Gundiyên li Colemêrgê bi sewalkariyê debara xwe dikin, êdî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane jî pêşwazî bikin. Îsmaîl Akdoganê li gundê Pizala yê girêdayî bajaroka Çemê Îsmanê, ji ber qedexeya di tevahiya havînê dewam kir de amadekariya zivistanê ji bo sewalên xwe nekirine. Ji ber wê di kêmasiya gîha, êm û kayê heye. Akdogan da zanîn ku buhayê kayê gelekî zêde bûye û ev tişt got: "Îsal tona kayê hezar û 300 TL'yî derbas kir. Her tişt gelek buha ye. Di şertên îro de buhayê mîhekê 700 TL ye. Em di demeke wiha de mîhan bifiroşin jî dê pere neke. Du salên dawî di sewalkariyê de tu dahata me çê nebû."   ‘BUHAYÊ HER TIŞTÎ ZÊDE BÛ’   Osman Akdogan aşkera kir ku dewletê di sala 1990'î de gundên Sos û Aqosê vala kiriye, di sala 1994'an de li gundê Çemê Isman a mezraya Pizalê bi cih bûne û wiha axivî: "Demên berê malbatekê bi 10 pezan malbateke 10 kesî xwedî dikir, lê niha ne pêkan e. Li gundên Sos û Aqosê ne erdê me heye em biçînin û ne jî dahateke me. Tenê em dikarin bi sewalkariyê debara xwe bikin. Demekê 400 sewalên min hebûn. Niha tenê berxikek maye. Dema zozan hatin qedexekirin her tişt buha bû. Em nikarin sewalan jî xwedî bikin."   'HERÊM HER DEM QADA ŞER E'   Akdogan da zanîn ku her dem li herêmê şer heye û wiha pê de çû: "Gundiyekî berê 10 pez xwedî bikira, her sal rûnê mala digirt, bi dehan kîlo penêr û mast bi dest dixist. Niha şert guherîne. Mirov êdî wekî berê çandiniyê nakin, sewalan xwedî nakin û gîha nadirûn. Heta şivanan jî nabînin. Ji ber ku her dem herêm qada şer e û mirov nikarin sewalkariyê bikin."   'EM DIXWAZIN EV XWÎN RAWESTE'   Xezal Akdogan a sewalkariyê dike, diyar kir ku sewalkarî gelekî zehmet e û ev tişt anî ziman: "Her dem karê jinên kurd zehmet bû. Ez sibehê zû radibim, xwendekarên xwe dişînim dibistanê û alîkarî didim hevjînê xwe. Zivistana me bi xebatê derbas dibe. Di mehên biharê de jî diçin herêmên neqedexekirî û bêrîvaniyê dikin. Ruxmê hemû zehmetiyan hêj karekî me hebe, em kêfxweş in. Tenê daxwazeke me heye, ev xwîn raweste û aramî bê."   ‘EM DIXWAZIN DERKEVIN ZOZANAN’   Abdulmecît Akdogan ê ji heman gundî jî derbirî ku berê jiyana wan gelekî xweş bûye û wiha axivî: "Me li gundê xwe gîha didirût û sewalên xwe xwedî dikirin. Aramî hebû. Me her tişt li gorî xwe çê dikir. Lê niha her tişt gelekî guherî. Buhayê kayê gelekî zêde bûye. Ji bo ev rewş bê derbaskirin divê em bi awayekî azad derkevin zozanên xwe."   MA / Hamza Gunduz