Bertek nîşanî dirêjkirina Komîsyona OHAL’ê dan 2020-12-25 14:31:02   NAVENDA NÛÇEYAN – KESK’ê dirêjkirina wezîfeya Komîsyona OHAL’ê rexne kir û xwest paş ve were kişandin.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bertek nîşanî dirêjkirina wezîfeya Komîsyona Lêkolîna Karûbarên OHAL’ê da. Platforma Şaxan ên KESK’ê yên Amed, Enqere, Mêrsîn û Antalyayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û bertek nîşanî biryara dirêjkirina wezîfeya Komîsyonê dan. Şaxên KESK’ê xwestin biryar paş ve were kişandin û komîsyon demildest were betalkirin.