Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin 2020-12-28 09:35:51 ENQERE – Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku bi şewba koronayê re barê wan giran bûye û ew ji meha adarê ve bi kedxwariyê rûbirû mane û dixwazin di sala 2021’an de bêhna xwe vedin.  Sendîkayên tenduristiyê, siyasetmedar, pispor û kedkarên tenduristiyê dibêjin di vê pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) herî zêde tesîrek neyînî li ser xebatkarên tenduristiyê hatiye kirin û ew bi rîska koronayê re rûbirû mane. Sendîka û odeyên bijîşkan diyar dikin ku tevî hemû gilî û gazinan û bertekan jî şert û mercên xebatkarên tenduristiyê nehatine başkirin û ew hêj bi rîskên mezin re rûbirû dixebitin.    Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku ew di sala 2020’an de gelek westiyane û dixwazin di sala 2021’an de şertên wan werin başkirin û bêhna xwe vedin.   ‘MAFÊ JINAN HAT XWARIN’    Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya SES’ê Meryem Gonbe diyar kir ku kedkarên tenduristiyê di sala 2020’an de di nava şertên nebaş de xebitîn û got: “Pergalê di aliyekî de pesnê pergala tenduristiyê da û lê li aliyê din tenduristiya xebatkarên tenduristiyê piştguhkirin.” Gonbe da zanîn ku mafê jinan li qada tenduristiyê jî tune hat hesibandin û di vê pêvajoya şewbê de pirsgirêkên li ser bingeha zayendiyê zêde bûn.    ‘BILA DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN CIHÊKARIYÊ WERE ANÎN’    Gonbe anî ziman ku dema destûra welidandinê ya bi muçe divê were zêder herî derxin 6 mehan û got: “Divê di sala 2021’an de ji bo kedkarên tenduristiyê salek xweş û têr û tije were mîsogerkirin. Lazime ew di karên angarya de neyên xebitandin. Xebatkarên tenduristiyê westiyan e, divê bêhna xwe vedin. Lazime di budçeya navendî de wekheviya zayendiya civakî esas were girtin û dawî li polîtîkaya cudakar a li dijî jinan were anîn.”    ‘BILA BIBE SALA BÊHNVEDANÊ’    Endama Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Enqereyê Laleş Tûnç jî anî ziman ku hekîmên asîstan di sala 2020’an de bi Kovîd-19 razan û bi Kovîd-19 ji xewê şiyar bûn û got: “Bi şewbê re barê hekîmên asîstan giran bûye. Ji ber ku dabeşkirina kar newekhev tê parvekirin kar û barê xebatkarên tenduristiyê hatiye girankirin. Salek nexweş bû û em gelek westiyan. Bendewariya me ji sala 2021’an ew e ku barê kar adil were dabeşkirin, dema plansazî hatin kirin fikra me were girtin, faliyetên perwerdehiya me li ber çavan were girtin û em dixwazin di vê salê de bêhna xwe berdin.”    ‘EM XWARINÊ DIXWAZIN’    Nûrûllah Sîvlîm ê li Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê nêzî du salan e hemşîretiyê dike anî ziman ku di şewbê de barê karê wan zêde giran bûye û ew sala pêşiya xwe di 2021’an de hem xwarinê û hem jî şertên baş dixwazin.    ‘BILA XEBATKAR WERIN TAYÎNKIRIN’    Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Enqereyê û Pisporê Hekîmtiya Malbatan Umît Yaşar Oztoprak anî ziman ku ji ber xebata derziyê li Navendên Tenduristiyên Malbatan tên kirin karê wan pir zêde bûye û ew gelek westiyane û dixwazin di sala 2021’an bêhna xwe vedin û ew dixwazin xebatkarên tenduristiyê hatine îxrackirin vegerin karê xwe û hekîmên nû werin tayînkirin.    ‘SALEK KEDXWARÎ BÛ’    Altan Tayîh ê li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê wek personele idarî dixebite jî destnîşan kir ku sala 2020’an ji bo kedkarên tenduristiyê salek xerab bû û ew gelek westiyan e û bi kedxwariyê re rûbirû mane. Tayîh got ji ber ew westiyane dixwazin bêhna xwe vedin.    MA/ Emrûllah Acar