Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin 2020-12-28 12:45:14 STENBOL – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku civîna dawî ya Komîsyona Tespîtkirina Muçeya Kêmane bi lez û bez pêk hatiye û got: “Heta endamek DÎSK’ê jî hebe em ê têkoşîna kedê bidin û hesab bipirsin.”  Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Meydana Îskeleyê ya navçeya Kadikoya Stenbolê têkildarî muçeya kêmane daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên sendîkayan û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşm hatin berzkirin.    ‘EM Ê TÊBIKOŞIN’    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku ew ji bo muçeyek kêmane ya li şayanî rûmeta mirovan be têkoşîn birêve birine û karkerek nikare debara malbata xwe bi muçeyek kêmane bike. Çerkezoglû destnîşan kir ku  civîna dawî ya Komîsyona Tespîtkirina Muçeya Kêmane bi lez û bez pêk hatiye û got: “Ev mûçe tenê ne karkeran bi milyonan însan eleqedar dike. Hikumet û karsaz li ser maseyê derbarê milyonan de biryarê didin. Ev nayê qebûlkirin. Her ku diçe ev mûçe kêm dibe zêde nabe. Kes nikare nan û xwarinê bibe mala xwe. Em ê jî li hember vê hejariyê têbikoşin. Heta endamek DÎSK’ê jî hebe em ê têkoşîna kedê bidin û hesab bipirsin.”