Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin 2020-12-28 13:40:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran bertek li dijî diyarkirina muçeya kêmane hat nîşandan û hat gotin karker mehkûmî birçîtiyê tên kirin.    Civîna dawî ya Komîsyona Destnîşankirina Muçeya Kêmane îro hat lidarixstin û muçeya kêmane ya sala 2021’an 2 hezar û 825 lîre û 90 qirûş hat diyarkirin. Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bertek nîşanî muçeya hatiye eşkerekirin da.    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane hatiye eşkerekirin da û got: “Karker û kedkar nikarin bi vî buhayî debara xwe bikin. Carek din karker û kedkar mehkûmî hejarî û birçîbûnê hatin kirin.”    Şaxên Sendîkayên girêdayî DÎSK’ê yên Stenbolê, Edeneyê, Enqere, Îzmîr û gelek bajarên din bi heman armancê çalakî û daxuyanî li dar xistin û muçeya kêmane hat diyarkirin rexne kirin û di daxuyaniyan de hat gotin ev muçe nayê qebûlkirin.    Her wiha Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyê (Turk-Îş) jî li gelek bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û muçeya kêmane hatiye eşkerekirin rexne kirin.