Esnaf îflas dikin 2021-01-03 09:11:02 KOCAELÎ / STENBOL- Esnafên Stenbol û Kocaeliyê anîn ziman ku tevdîrên hatine girtin pişta esnafan şikandiye û ji ber vê gelek esnafan îflas kiriye.    Tevdîrên ku di çarçoveya şewba Covîd-19'ê hatine girtin herî zêde bandorê li esnafan dikin. Esnafên Stenbol û Kocaeliyê destnîşan kirin ku ji ber şewbê rewşa karê wan pir xirab bûye û gava tevdîr hatine girtin rewşa esnafan hatiye paşguhkirin. Esnafan bilêv kir ku ji ber vê yekê perîşan bûne û gelek esnafan jî îflas kiriye.    Tîmûçîn Sayginer ku nêzî 20 sal in li Kocaeliyê esnaftiyê dike, Kuçeya Menekşeyê ya ku dikana wî lê ye nîşan da û anî ziman ku niha tenê 12 kargeh li vê kuçeyê vekirîne. Sayginer, bilêv kir ku xwediyê dikanan dawa kirê dikin, lê belê ji ber rewşa wan nebaş e nikarin deynê bacê, heqê fatûreyên av, ceryan û gazê jî bidin. Sayginer, destnîşan kir ku kargeha wî bi zirarê dişixule û got: "Em ketin sala nû, lê hîn jî me ber xwe nediye."    TEVÎ FAÎZÊ DIXWAZIN    Sayginer, bilêv kir ku gava şewb nû belav bûbû 3 hezar TL krediya "piştgiriya esnafan" wergirtiye, lê belê krediya hatiye dayîn tevî faîzê bûye 3 hezar û 382 TL. Sayginer, destnîşan kir ku welêt bi vî awayê nikare bi rê ve biçe û got: "Divê deynên bacan û hqê fatûreyan bên sekinandin. Divê ji bo kirê piştgiriya esnafan bê kirin. Divê krediyê bê faîz bidin esnafan. Divê meaşê xebatkarên kafe û restorantan bê dayîn."    DEYN LI SER DEYN    Alper Solak ku kafeya wî heye, destnîşan kir ku ji ber tevdîrên hatine girtin gelek esnafan îflas kiriye. Solak, bilêv kir ku bi şewbê re hejmara betaln pir zêde bûye û ji bo qedexeya 4 rojan a ji bo sersalê jî anî ziman ku tam fiyasko ye. Solak, diyar kir ku tevdîrên ku hikûmetê girtine herî zêde tahde li karker û esnafên biçûk kiriye û got: "Hikûmet tim dibêje, 'em ê esnafên xw emexdûr nekin.' Lê me tu alîkariya wê nedîtiye. Tew bi qedexeyên dawî re deyn li ser deynan zêde bûn."    ‘EM NIKARIN NAN BIBIN MALÊ'    Solak, destnîşan kir ku biryarên ku hatine girtin tenê esnafan dixisirînin, wekî din bi kêrî tiştekî nayên. Solak got: "Em dixwazin bac, kirê û fatûreyan ji me nestînin, da ku em nexisirin. Ji lewra gava em bixisirin, dê ev kar dewam neke. Helbet tenduristî pir girîng e. Lê gava mirov nikaribe nan bibe malê, ma tenduristî baş be wê bi kêrî çi bê."    'EM Ê TOP BAVÊJIN   Mehmet Alkan ku 30 sal in li Kocaeliyê esnaftiyê dike jî got: "Heger dewlet aliyê me neke em ê top bavêjin."    Alkan, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gelek esnafan îflas kiriye û piştî qedexeyê jiyan bibe wekî berê jî dê nikaribin kargehên xwe vekin, ji lewra di det wan de tiştek nemaye. Alkan, xwest ku dewlet di warê kirê, heqê fatûreyan û deynên krediyê de alîkariya wan bike.    ‘DÊ WERÊ NEMEŞE'    Esnafê Olcay Ozkan jî anî ziman ku bi hêviya belkî 4-5 qurîş bi dest wan bikeve dikanên xwe vedikin. Ozkan got: "Qet nebe divê bihêlin serê maseyekê mişteriyek bê. Yan na wê ev kar werê nemeşe. Heqê kirêya min nêz bûye û ez ê nikaribim bidim. Fatûre, bac û stopaj nehatne dayîn. Ê kî xisara min bide?"   HELBET TEVDÎR DIVÊN, LÊ...    Esnaf Taner Çîmen ku kargeha wî li navçeya sûltangazî ya Stenbolê ye jî diyar kir ku helbet tevdîr divên, lê belê divê rewşa welatiyan û esnafan jî esas bê girtin. Çîmen, destnîşan kir ku ji ber tevdîrên hatine girtin esnaf perîşan bûne û got: "Heqê kirê, ceryan û fatûreyên din ên esnafan hene. Dê mirov çawa bidin? Dibe ku kargehên mein qezenc dikin, lê kafe û restorant qezenc nakin. Dewlet divê hay ji vê hebe û alîkariyê bike."    ESNAF ŞAŞ MAYE    Esnaf Bariş Înan jî destnîşan kir ku gava tevdîr bên girtin divê rewşa esanafan jî esas bê girtin û got: "Niha dikana min girtiye. Di warê aborî de kes alîkariyê nake. Heqê kirê û fatûreyan ketiye ser hev. Nikarim bidim."    Înan, bilêv kir ku piştgiriya ku dewlet ji bo esnafan dide têr nake û got: "Alîkariya dikin têra heqê çaya min û şorbeya min nake. Ma ez ê çawa bi vê alîkariyê debara xwe bikim. Heya şewb biqede herî kêm divê 2 hezar TL alîkarî bê deyîn."