HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû 2021-01-04 14:32:07 STENBOL - Komîsyona Aborî ya HDP’ê zamên di sersala nû de hatin kirin, yeke bi yek aşker kir û diyar kir ku ew bi barîna zaman re  ketin sala nû. HDP’ê xwest, ev zam bên betalkirin.    Cîgirê Hevserokê Giştî û berpirsiyarê Komîsyona Aborî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, derbarê zamên avê, ceyran, gaza xwezayî û xurekê yên di sersala nû hatin kirin de, li Rêxistina Partiyê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Peylan, diyar kir ku di sala 2020’an de bi şewba vîrûsa koronayê re krîza aborî kûrtir bû û wiha axivî: “Di şert û mercên krîza aborî de, welatiyan hêza xwe ya ked, kar, kirîn û firûtinê winda kirin. Ligel vê yekê jî em bi barîna zaman re ketin sala nû ya 2021’an. Di sala nû de her tişt bihatir bû. Bi van zaman, AKP’ê carek din nîşan da ku tişta bi kevçî dide, bi heskê digire.”    Paylan, zamên di sersala nû de hatin kirin, wiha rêz kirin:    “*Ceyran û Gazaxwezayî: Ji sedî 6 ceyran û ji sedî 1 gazaxwezayî hatin zêdekirin. Ji bo xizmetên EPDK pêşkêş dike jî, ji sedî 14 biha bû.    *Derbasbûyîn pir û otobanan: Pirên Şehîdên 15’ê Tîrmehê û Fatîh Sûltan Mehmet ji sedî 27 biha bû. Bi vî awayî derbasbûna her pirê derket 13,35 TL’an.     *Ji bo derbasbûna Pira Yavûz Sûltan Selîm, ji sedî 26 biha bû. Bi vî awayî derbasbûna pirê derket 27,50 TL’an.    *Ji bo derbasbûna Pira Osman Gazî jî ji sedî 26 biha bû. Bi vî awayî derbasbûna pirê derket 147,50 TL’an.    *Derbasbûna rêbejahiya di navbera Stenbol û Îzmîrê de jî, ji sedî 26 biha bû bi vî awayî derbasbûna rê derket 367 TL’an.”   ‘VAN ZAMAN BETAL BIKIN’   Paylan, anî ziman ku ji ber zamên zêde, welatiyên xizan dê nekarin van pir û rêbejahiyan derbas bikin û wiha got: “Di haman demê de, bihayê dadgehan, îcra û îflas, ehliyet, vekirina kargehan, rûxsat, tapu, noter, pasaport û hwd, ji sedî 9,11 zêde bûn. Welatî di pêvajoya pandemiyê de bêkar man, bê ewle man û niha bi birçîbûnê re têdikoşin. Divê zamên hatin kirin, bên betalkirin.”    Paylan li ser 75 mîlyon TL ên  ji ber Mîllî Pîyangoyê jî maye got,  “Wisa xuya dike ew ê ev 75 milyon lîra ji bo Kanal Stenbolê were bikaranîn. Em HDP jî piştgiriyê didin kampanyaya li ser medyaya dîjîtal û dixwazin ku ev pere ji bo nexweşên SMA were bikaranîn.”