'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe' 2021-01-07 09:05:16 ÎZMÎR- Perwerdekarên ku di Fabrîkeya Pîşeyî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de dixebitin, diyar kirin ku ji ber ku niha kurs tune ne meaş jî nagirin û heqê sîgorteya wan jî nayê dayîn.  Perwerdekarên ku di Fabrîkeya Pîşeyî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de dixebitin, ji bo karê daîmî çalakiyek li dar xistine. Çalakiya perwerdekaran di roja 10'an de ye. Perwerdekar her roj serê sibehê saet ji nehan heya yazdehan dest ji kar berdidin û li baxçeyê fabrîkeyê doza heqên xwe dikin. Perwerdekar dixwazin heqê sîgorteya wan bi awayekî rêk û pêk bê dayîn û naxwazin fikara ji bo pêşerojê li wan peyda bibe.    Ozlem Çakmakçi, anî ziman ku ji sala 2016'an ve li Fabrîkeyê perwerdekara zimanê îşaretan e. Çakmakçi, destnîşan kir ku ji ber ku gelek caran kurs tune ne, heqê wan û heqê sîgorteya wan nayê dayîn. Çakmakçi got: "Daxwaza me karekî daîmî, dayîna sîgorteyê û pêşerojeke biewle ye. Em dixwazin Şaredar Tûnç Soyer van daxwazên me pêk bîne."    EM PÊNC SAL IN DISEKININ    Ercan Tûral jî ku 5 sal in dersên aşpêjiyê dike, anî ziman ku ji ber ku bi awayekî taşeron dixebitin fikara pêşerojê li wan peyda bûye. Tûral got: "5 sal in em li bendê ne ku daxwazên me bên qebûlkirin. Lê belê ji ber ku tiştek nehat kirin, me jî biryar da ku em bitêkoşin."    FIKARA JI BO PÊŞEROJÊ    Sevda Anli jî got: "Ez kursa hesabgêriyê didim. Salê dudu yan jî sê kurs vedibin. Lê wexta kurs tune bin ne heqê me ne jî sîgorteya me tê dayîn. Em dixwazin sal 12 meh bixebitin û heqê sîgorteya me bê dayîn. Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe."    MA / Sevda Aydin