BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin 2021-01-08 14:00:40   AMED/EDENE - Endam û rêvberên BTS'ê li dijî sirgûnan daxuyanî dan û diyar kirin ku bi sirgûnan dixwazin wan bêdeng bikin, lê dê nikaribin bi sirgûnan wan têk bibin.b    Endam û rêveberên Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiyê (BTS) yên Amed û Edeneyê li dijî sirgûna endam û rêveberên xwe daxuyanî dan.    AMED    Şaxa  BTS'ê ya Amedê li Îstasyona Amedê daxuyanî da. Gelek endam û rêveberên sendîkayan beşdarî daxuyaniyê bûn. Sendîkavanan berdilkên “Sirgûn îhlala makezagonê ye, sirgûnan betal bikin" li xwe kirin. Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkurt daxuyanî xwend û anî ziman ku gelek hevalên wan sirgûn bûne. Bi van sirgûnan dixwazin xebatên me yên sendîkayî asteng bikin. Endam û rêveberên me ceza dikin. Ev li dijî hiqûqê ye. Bi vê yekê sûc dikin. Bi van suc û bê hiqûqê nikarin me bêzar bikin."    Komê bi çepikan li daxuyaniyê anîn.    EDENE    Şaxa BTS'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê sirgûnkirina hevalên xwe şermezar kir. Kedkarên BTS'ê jî li Gara Edeneyê kom bûn û daxuyanî dan. Endam û rêveberên KESK, HDP, parlamenterên HDP û CHP'ê Amade bûn.    Serokê Şaxa BTS'ê ya Edeneyê Tonguç Ozkan, anî ziman ku ji bo dawî li bê hiqûqiyê bê têdikoşin.