Di 9 rojên ewil ên salê de 19 xebatkarên tenduristiyê mirin 2021-01-09 13:11:30   ENQERE - Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 339'an û di 9 rojên ewil ên salê de, 19 xebatkarên tenduristiya jiyana xwe ji dest da.    Hejmara xebatkarên tenduristiyê yê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan derket 339''an. Li gorî agahiyên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandin, ji 1'ê Çile ve 19 xebatkarên tenduristiyê ji ber pandemiyê jiyana xwe ji dest dan.    DI 9 ROJAN DE 19 XEBATKAR    Hat diyar kirin ku di 9 rojên ewil ên sala 2021'an de, bi giştî 19 xebatkarên tenduristiyê ji ber şewbê jiyana xwe  ji dest dane.