Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma 2021-01-09 13:25:27   ŞIRNEX- Li bajaroka Bêspînê yê girêdahî navçeya Sîlopî ya Şirnexê,  kana komirê hilweşiya û karkerek di bin de asê ma û karkerek bi giranî birîndar bû.     Li bajaroka Bêspînê yê girêdayî navçeya Sîlopî ya Şirnexê kana komirê hilweşiya. Li gorî agahiyên destpêkê, 2 karker asê man. Piştî teqînê ekîbên AFAD û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Karkerê bi navê Ahmet Mete bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Lêgerîna karkerê bi navê Mehmet Alî Aşkin jî, dewam dike.