SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin 2021-01-11 15:21:48   ENQERE – SES’ê diyar kir ku wan bi dirûşma “Maske diaxivin” ji bo çar hefteyan çalakî û şahî dane destpêkirin û ji bo ew dengê wan were bihîstin dê bixebitin.    Desteya Rêveberiya Navenda Sendîkaya Xizmeta Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) bi civînek çapemeniyê eşkere kir ku ji bo seranserî meha çile plana çalakî û şahiyan bi dirûşma “Maske diaxivin” dane destpêkirin. Daxuyanî li Navenda Giştî ya SES’3e pêk hat û pankarta “Maske diaxive” daliqandin. Di civînê Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey daxuyanî da û diyar kir ku sendîkaya wan ji destpêka ewil ve ji bo tenduristî û silametiya civakî li dijî koronayê têdikoşe û ew li aliyê din jî ji bo tenduristiya xwe, mafên xwe û keda xwe têdikoşin.    ‘WÊ MASKEYÊN ME BIAXIVIN’    Atabey anî ziman ku pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê bi salan e berdewam dikin, bi şewbê re pirsgirêk zêdetir bûne û ji destpêka şewbê ve heta niha 339 kedkarên xizmeta tenduristî û civakî jiyana xwe ji dest dane û bi sed hezaran jî nexweş ketine. Atabey diyar kir ku ji bo ew bijîn dengê xwe bilind kirine lê kesî qîrkikirên wan nebihîstiye û got: “Ev zîhniyet gotin û çalakiyên me ji nedîtî ve tê. Em li dijî vê nêzîkatiyê seranserî meha çile ji bo belkî maskeyên me bibînin, bibihîzin çalakî û şahiyên ‘maske diaxivin’ li dar dixin. Em ê bi vi çalakiyan hewl bidin têkoşîna xwe derxin astek din û destkeftiyan qezenc bikin. Em ê hemû gilî, gazin û daxwazên xwe bi maskeyên xwe bînin ziman. Em ê bi giştî 4 hefteyan li ber kargehan, li xwaringehan, li eywanên civînan çalakiyên rûniştinê yên bêdeng û daxuyaniyan bidin. Em ê hewl bidin ji bo dengê me yê ku daxwazên me li ser maskeyên me nivîsandinên were bihîstin. Em ê her hefte daxwazên xwe bînin ziman. Em dixwazin her kes piştevaniya çalakiyên me bike û dengê me bigihînin tevahiya welat.”