Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne 2021-01-12 09:59:26   STENBOL – Li gorî rapora ku Barometreya Stenbolê amade kiriye, ji sedî 56’ê welatiyan nikarin debara xwe bikin û di bin deynan de ne.    Ofîsa Statîkan a Stenbolê, Rapora Barometreya Stenbolê ya Kanûna 2020’an ku amade kiribû, weşand. Rapor, ji hevdîtinên bi 827 kesan re yên ser telefonê hatiye amadekirin û li ser rewşa nav malê, şertên aborî û rewşa hestî hatiye rawestandin. Li gorî raporê, welatiyên li bajaran dijîn nikarin debara xwe bikin û di bin deynan de ne.