Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin 2021-01-12 11:33:15   ENQERE - Karkerên Cargîllê ku hezar roj in bi daxwaza vegera kar li ber xwe didin, duh bi hinceta sobe danîne li pêş Şaxa Sendîkaya Tek Gida İş’ê hatibûn binçavkirin û pişt re serbest hatin berdan. Yek ji van Karkeran Faîk Kûtlû diyar kir ku ne li bendê ne ku kes bêje "mafê we eve bigirin" û got: “Maf nayê dayîn, maf tê stendin.”   Karkerên Cargîllê yên endamên Sendîkaya Karkerên Alîkar û Xurekê ya Tirkiyeyê (Tek Gida-Îş), yên ji ber xebatên xwe yên sendîkayî ji kar hatin derxistin hezar roj in çalakiyan li dar dixin. Karkeran duh xwest li pêş Wezareta Daristan û Çandiniyê çalakî li dar bixin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Karkerên ku piştî li pêş şaxa sendîkayê ya Enqereyê biryara berxwedanê dan, polîsan bi hêceta ji ber karkeran ji bo xwe germ bikin sobe danîne ew binçav kiribûn. Karkerên ku derbarê wan de bi sûcdariya “Muhalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û civînê ya hejmara 2911” hatin binçavkirin û di saetên şevê de hatin berdan.   Karker Mûharrem Ozcan û Faîk Kûtlû yên hatin berdan û Berpirsyarê Rêxistinkirina Tek Gida-Îş’ê Sûat Karlikaya behsa têkoşîna xwe kirin. Sûat Karlikaya, diyar kir ku bi hinceta pandemiyê daxuyaniya wan a li pêş wezaretê hat astengkirin û da zanîn ku lê li gel pandemiyê jî karker li kargehan, li înşaetan dixebitin û ji kar derxistin jî didome.   Karlikaya, destnîşan kir ku dema mafê karkeran diparêzin ji wan re dibêjin “pandemî heye” û wiha got: “Bi hinceta pandemiyê me asteng dikin. Lê em paşve gavê navêjin. Hezar û yek roj in em li ber xwe didin û karê xwe dixwazin. Me duh xwest li pêş wezaretê daxuyaniyê bidin lê polîsan nehişt em ji sendîkayê derkevin û xwestin em li pêş avahiya sendîkayê daxuyaniyê bidin. Sendîka jixwe bi me re ye, em dixwazin li pêş wezaretê daxuyaniyê bidin. Me biryardariya xwe ji polîsan re got lê bi mudaxilekirinê gef li me xwarin. Em ji tiştekî natirsin. Em ê bên binçavkirin jî hewce bibe em ê bedel jî bidin. Em dev ji xwestina karê xwe bernadin.”   'ÇÎNA KARKERAN WÊ BI SER BIKEVE'    Karlikaya, anî ziman ku ji rêxistinên civakî ên demokratîk piştevaniyeke girîng ji karkeran re hatiye û wiha axivî: “Em bi hev re têdikoşin. Ev têkoşîn ne tenê ya karkerên Cargîllê ye ya karkeran hemû ye. Tu hêz nikarin paşve gavê me bide avêtin, em ê bi ser bikevin. Em bi ser bikevin wê çîna karkeran bi ser bikeve. Tiştekî ku dewlet û şîrket bidin me tune ye. Divê em mafê xwe bigirin. Maf nayê dayîn, maf tê stendin. Riya vê jî bi têkoşîna hevpar re girêdayî ye."    ‘ME BI SEKNA XWE ZEXT TÊK BIRIN’   Faîk Kûtlû ku ji yek wan karkerên ku dixwazin vegerin karê xwe û diyar kir ku di hezar rojan de bi gelek zor û zehmetiyan re rûbirû mane û li dijî van zehmiyetan têkoşîna xwe didomînin û got: “Piştî ku me ji kar avêtin, me jî li pêş kargehê kon veda. Konên me hatin hilweşandin, me dîsa vedan. Me berxwedana xwe ji Bûrsayê bir Stenbolê. Gelek caran em hatin binçavkirin. Em li Stenbolê 43 rojan li ser betonê razan. Her tim zext li me hatin kirin lê me bi sekna xwe zext têk birin.”   ‘EM BI BIRYAR IN’   Kûtlû, da zanîn ku muhatabê wan Wezareta Daristan û Çandiniyê ye û wiha axivî: “Pirsgirêka me bi sendîkayê re nîne. Derdê me wezareta ku teşwîqan dide Cargîlliye re ye. Ez dixwazim bi bîr bixim ku em çiqas bi biryar in. Kesên dixwazin vê yekê bibînin, bila li berxwedana karkeran a hezar rojan binêrin. Em ne li bende ne ku kesek ji me re bêje 'mafê we ev e bigirin', maf nayê dayîn, maf tê stendin. Ev ji bo karkeran her tim wisa ye.”   ‘GEF JI BO HEMÛ KARKERAN E’   Karkerekî din yê ku di berxwedanê de ye Mûharrem Ozcan jî diyar kir ku ji ber neheqiya li wan tê kirin ji Wezareta Daristan û Çandiniyê re name nivîsîne lê polîs nahêlin ku biçin li pêş avahiya wezaretê. Ozcan, da zanîn ku ji ber ew endamên sendîkayî bûn ji kar hatin derxistin û wiha axivî: “Me doz hemû qezenc kirin. Em ê van daxwazên xwe ji wezîr re bêjin. Lê me asteng dikin. Me ji polîsan re got em bi israr in wan jî ji me re gefên weke ‘em hêza dewletê ne, em ê li wir hêza xwe nîşanî we bidin’xwarin.”   ‘JI XEYNÎ BERXWEDANÊ ÇAREYA ME TUNE YE’   Ozcan, destnîşan kir ku li gel gefan jî biryara berxwedanê girtine û wiha got: “Em hezar roj in li ber xwe didin. Hezar rojên din jî derbas bin em ê dîsa têbikoşin. Ji ber ku ji xeynî berxwedanê tu çareya karkeran tune ye. Qanûn kesên xwediyê kar diparêzin. Me tenê mafê xwe yê qanûnî yê rêxistinkirinê bikar anî û ev mafê hemû karkera ne. Ji bo hemû karkeran em ê berxwedana xwe bidomînin.”   MA / Emrûllah Acar