Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan 2021-01-12 14:56:00   STENBOL – Karkerên Înşaata Kayiyê ku saleke heqdesta xwe nagirin û daxwaza wê dikin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya girtina heqdestê mezin bikin.    Karkerên Înşaata Kayi ku heqdesta xwe ya salekî ya avakirinên Nexweşxaneya Leşkerî ya Bechar, Cite Financiere, Mêvanxaneya Leşkerî ya Oran û Nexweşxaneya Leşkerî ya Ouarglayê nagirin, li ber Navenda Giştî ya Holdînga Kayiyê ya li Leventê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Gelek karker û rêveberên sendîkayan tevlî daxuyaniyê bûn.    ‘DIZÎNA MAF HEYE’    Nûnerê Sendîkaya Karkerên Înşaatê (Înşaat-Sen) Nûrselî Gozuaçik, diyar kir ku jig elek bajarên Tirkiyeyê hatine û xespeke mafan a mezin re rû bi rû ne. Gozuaçik, destnîşan kir ku saleke karkeran heqdesta xwe negirtine û wiha got: “Êdî sebra me nema. Bi seknê roj, meh û sal derbas bûn. Hê jî heqdesta me ranezandine. Heta ku em heqdesta xwe bigirin dê têbikoşin.