'Ne şewb, wê hejarî me bikuje' 2021-01-13 09:08:10 WAN - Waniyan bal kişandin ser bihabûna fiyetan û gotin: "Bi vî hawayî ne ji ber şewbê, em ê ji ber hejariyê bimirin."  Di sala nû de ceryan, gaz, sotemenî, bac û fiyetê gelek berên din biha bûn. Waniyan bal kişand ser vê bihabûnê û vê rewşê wekî "em perîşan bûne" bilêv kirin.    72 SALÎ YE, LI BAZARÊ DIXEBITE    RAsîm Akbûlakê 72 salî ku li bazara gel a li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ereboka destan zebze û fêkiyan difiroşe, anî ziman ku rojê 30-40 TL'yî qezenc dike, lê belê nikarin bi vî pereyî debara xwe bikin. Akbûlakgot: "Ji ber rewşa aborî û bihabûnê nikarim debara xwe bikim. Lewma di vî umrê xwe de jî ji mecbûrî dixebitim. Heftê rojekê têm bazarê. Xwendekarên min hene, mesrefên wan hene. Sîgorteyek me, erebeyek me û erseyeke me jî tune ye, lê rabûn meaşê min û hevjîna min, meaşê extiyariyê, birîn. Îja em ê di van şert û mercan de çawa debara xwe bikin."    'HEJAR BÊTIR HEJAR DIBIN'    Meryem Kiyak a 70 salî ku ji bo danûstendinê hatiye bazarê, destnîşan kir ku rojê wan her roj zehmtir dibin. Kiyak, bilêv kir ku kesên ku tu dahateke wan tune ye, pir zhemtiyê dikişînin û got: "Ji bo zengînan tiştek neguheriye. Ê me tu dahetek me tune ye. Xebatkarên me tune ne. Tu meaşekî hevjînê min tune ye. Bi van zemên dawî re jiyan pir zehmtir bûye. Niha hejar hejartir bûne."    ‘EM PERÎŞAN BÛNE'    Sîtê Ozer jî ku di xaniyekî bikerpîç de di kirê de ye, anî ziman ku "perîşan" bûne. Ozer, bilêv kir ku tu dahatek wan tune ye û got: "Ceryan, gaz û zexîre giş biha bûn. Mirov êdî nikarin debara zarokên xwe bikin. Vê mehê min 208 TL heqê ceryanê da. Em dixwazin ev zem bisekinin."    Bedrî Yilmaz jî got: "Em her roj bi zemine nû şiyar dibin. Ji ber van zeman êdî em nikarin tiştekî bibin mala xwe. Karê her kesî tune ye. Heger wisa dewam bike, ne ji ber şewbê em ê ji ber hejariyê bimirin. Em nikarin pêdiviyên xwe bikirin."    MA / Bariş Donmez