Aborîzan Arî: Aboriya heyî li ber şerê Efrînê xwe ranagire 2018-01-20 09:23:18 ÎZMÎR – Aborîzan Aydin Arî yê ji Zanîngeha Dokuz Eylulê hat îxrackirin, mudaxileya Tirkiyeyê ya Efrînê wek "pêşandeya hêza siyasî" şîrove kir û got nîşaneyên aboriyê diyar dikin ku nikarin xwe li ber şerê Efrînê bigirin.    Hîndekar û aborîzan Aydin Arî yê ji ber danezana "em ê nebin hevparê vî sûcî" îmze kir ji Zanîngeha Ddokuz Eylulê hat îxrackirin, êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê nirxand û got nîşaneyên aboriyê nîşan didin ku aboriya Tirkiyeyê nikare ji bin barê vî şerî rabe. Ari, tewrê hikûmetê wek "pêşandeyeke hêza siyasî" şîrove kir û bi bîr xist ku di dema operasyonên Mûsil û Reqayê de jî berdevkên hikûmetê heman gotin dikirin. Ari diyar kir ku piştî dawîlêanîna pêvajoya çareseriyê dest bi gotinên ku dê mudaxileyî Sûriyeyê an jî îro mudaxileyî Efrînê bikin kirine û ev yek bêpolîtîkabûyîn e. Ari got ku di pirsgirêka Iraq, Sûriye û kurdan de vîzyoneke polîtîk a îktîdarê tune ye û wiha axivî: "Bi taybetî jî piştî şer li Kobanî û Sûriyeyê dest pê kir, wisa difikirim tu vîyoneke wan a polîtîk tune bû. Ji ber wê dişewişin. Niha di hevkêşeya DYA, Rûsya, Îran û Yekîtiya Ewropayê de pir dişewişin. Welatên din dizanin ku ew çi dikin, lê belê wisa difikirim ku Tirkiye nizane çi dike."    Ari bi lêv kir ku dê mudaxile aboriya ku rewşa wê nebaş e xerabtir bike û wiha domand: "Bi daxuyaniyên tên dayîn re di kûra dowîzî, borsayê de liv û tevgerek xwe dide der. Dibe ku hinekî bi derengî bandorê li faîzan bike, lê di faîzên bonoyên xezîneyê de liv û tevgerek heye. Yanî hemû navgînên fînansî, pergala fînansî girêdayî van manewrayên polîtîk in jî. Yanî wisa difikirim ku di nav tevgera fînansî de tevgerîneke mayinde tune ye, lê pergala fînansî hewl dide nûçeyên bi vî awayî veguherîne dahatê. Dema planên der barê Efrînê de vala derkevin wê ev navgînên fînansî hemû li cihên xwe rûnên, lê dibe ku ev ji bo Tirkiyeyê hinekî dereng be."    Ari, diyar kir ku ser aboriya ku rewşa wê nebaş e tê nixumandin û wiha domand: "Ser pirgirêkan tê nixumandin an jî tên paşguhkirin an jî tên sivikkirin. Avakirina Fona Heyînan wek navgîna taloqkirina krîza aborî an jî pişguhkirinê tên bikaranîn. Avaniya aboriyê demeke dirêj e avaniyeke şikestî ye. Betalî pir zêde ye. Her wiha enflasyon jî wiha ye." Ari got ku li Tirkiyeyê mirov nikare behsa aboriyeke ku xwe bi xwe bi rê ve bibe bike û behsa dahateke netewî ya zêde hatiye nepixandin tê kirin. Ari anî ziman ku pirsgirêka sereke ya aboriyê nehilberandina mal û xizmetê ye û her diçe ev zêdetir dibe û nikare hilberînê bike. Ari destnîşan kir ku her çi qas ji bo budçeya 2018'an şîroveyên "budçeya şer e" tên kirin jî, lê budçeya navborî nikare di bin barê şer de xwe ragire. Ari got ku mudaxile tê wateya pêvajooyeke şerekî di navbera du dewletan de û wê welatiyên bacê didin bedêla şer bidin. Ari got ku aboriya Tirkiyeyê pir qels e û heke serî li Tiştekî wisa bide wê pirsgirêkên pir cidî derkevin holê.    Ari destnîşan kir ku divê Tirkiye tenê ne ji bo aboriyê ji bo hemû pirsgirêkan, bi kurdan, gelên Rojhilata Navîn û Qafqasê re gavên aştiyane bavêje.    MA / Ahmet Kanbal