Halê çandinî û sewalvaniyê ne tu hal e: Bila qedexekirina mêrgan bê betalkirin 2021-01-24 09:23:52     WAN - Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Wanê Engîn Işik, destnîşan kir ku ji bo ku sektora çandinî û sewalvaniyê cardin bi ruh û can bibe, ewilî divê qedexekirina mêrgan bê betalkirin.    Bi salan e li gelek bajarên nêzî sînoran mêrg û zozan di bin navê "herêma ewlehiya taybet" de tên qedexekirin. Ev qedexe bandoreke pir xirab li sektora çandinî û sewalvanyê dike. Gelek kes ji ber van qedexeyan êdî nikarin kar bikin û ji neçarî koç dikin. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Wanê Engîn Işik, rewşa sewalvan û cotkarên li herêmê nirxand.    Işik, da zanîn ku bi hezaran cotkar bêyî alîkarî bi derfetên xwe hilberînê dikin û saziyên têkildar ên li bajêr jî bi van pirsgirêkan re eleqedar nabin. Işik, diyar kir ku çavkaniya sereke ya debarayê ya Wanê sewalvanî û çandinî ye û got: "Ev her du ji bo wanê çavkaniya îstihdamê ne. Lewma divê pitşgiriye hilberîneran bê kirin. Tenê ne di warê aborî de, divê di warê ekîpmanê de jî piştgirî bê kirin."    ÇANDINIYA MODERN    Işik, destnîşan kir ku ji bo çandinî cardidn bi ruh û can bibe divê qedexekirina mêrg û zozanan ku ji salên 90'î heya niha didomin bên betalkirin û got: "Mêrgên li Wanê ji sedî 10'ê Tirkiyeyê teşkil dikin. Her wiha di warê çandiniya modern de jî divê piştgiriya hilberîneran bê kirin. Wan di warê pez de jî di rêzên ewil ên Tirkiyeyê de ye. Lê berdarî kêm e. Li bajêr 2 milyon pez heye. Divê em vê hejmarê du qat zêde bikin û berdariya goş û şîr zêde bikin."    KOÇBERΠ   Işik, destnîşan kir ku hilberînerên ku di warê çandinî û sewalvaniyê de piştgiriya wan nayên kirin erdê xwe û heywann xwe difiroşin û koç dikin. Işik, diyar kir ku bi bajarîbûn û betonê jî qadên çandiniyê kêm bûne û got: "Gelek qadên çandiniyê hatin betonkirin. Her ku bajar mezin dibe qadên çandiniyê jî kêm dibin."    NÎVÎ NÎVÎ KÊM BÛYE    Şukru Akdoganê bi bi salan sewalvaniyê dike got: "Êm pir biha bûye. Qezenca sewalvaniyê nemaye. Serê sibehê zû têm vê derê. Lê ji ber ku pereyê mirovan tune ye, kes heywanan nakire. Ji xeynî sewalvaniyê tu karê me tune ye. Kapek par bi 20 TL'yî bû, lê niha bi 60 TL'yî ye. Em heywanan dikirin, lê qezenc nakin. Par em 100 kes dihatin bazara heywanan, nih 50 kes jî nayê. Kar nîvî nîvî kêm bûye. Alîkarî jî tune ye. Lê di ser re em serê heywanê pere didin. Pereyê ku em qezenc dikin jî em didin meydanê."    Yûsûf Aslan jî anî ziman ku nikare heywanên xwe bifiroşe û got: "Hema bibêje sewalvanî miriye. Ji ber ku êm û ka biha bûye, heywan nayên firotin."    MA / Bariş Donmez