Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in 2021-01-29 09:09:07 ENQERE – Li Enqereyê kedkarên înşeatê di sar û seqemê de dixebitin. Karker Sadik Agbaş got: "Em nîvbirçî û nîvtêr in."    Li Enqereyê karkerên înşeatê di vê sar û seqemiyê de şeveqê zû dest bi kar dikin heta tarî dikeve erdê dişixulin. Karker hem dixebitin hem jî xwe li ber agirê ku vêdixin germ dikin.    Karker Sadik Agbaş ê 40 salî, anî ziman ku ji 15 saliya xwe ve dixebite. Bavê çar zarokan Agbaş, diyar kir ku bêsîgorte dixebite. Agbaş, bilêv kir ku şeveqê zû dest bi kar dikin, lê belê heqê keda wan bi dest wan nakave. Agbaş, destnîşan kir ku di xaniyê bikirê de dimîne û her tim kar bi dest wan nakeve.    Agbaş, anî ziman ku wexta kar hebe rojaneya wan 150 TL ye, lê belê ji ber enflasyonê yewmiyeya wan têra wan nake.    ‘JI BO HER KESÎ HEYE, LÊ JI BO KARKERAN TUNE YE'    Agbaş, destnîşan kir ku di şert û mercên dijwar ên zivistanê de dixebitin û got: "Lê dîsa jî em nîvbirçî û nîvtêr in." Agbaş, diyar kir ku di dema şewbê de alîkariya wan nehatiye kirin û got: "Ji bo her kesî heye, lê ji bo kedkaran tune ye. Tiştên di dest me de hebû, me ew jî xwr. Berê em her hefte diçûn bazarê, lê niha pişta me şikiyaye. Ancax em bîst rojî carekî diçin. Yewmiyeya min bi zorê têra tenekeyek rûn dike."    Karker Adem Işik ê 37 salî jî anî ziman ku bêsîgorte dixebite. Işik, destnîşan kir ku êdî nikarin nan bibin malê. Işik, diyar kir ku derdê karkeran heman derde û bi navê jiyana sosyal tiştekî wan tune ye.    Karker Işik, bal kişand ser enflasyonê jî û got: "Her diçe em bêtir xizan dibin. Pereyê min têra tiştekî jî nake. Tu qîmeta pere nemaye. Niha di vê sar û seqemê de dixebitim, lê sibê kar tunebe ez ê birçî bimînim."